Helîna qeşayê çîroka kesekî 28 sal in winda ye ronî kir
Li herêmeke çiyayî ya bakur-rojhilatê Pakîstanê, bi helîna qeşayê re cenazayê kesek hat dîtin. Hat diyar kirin ku cenaze aîdê kesekî ku 28 sal berê winda bibû.
Li herêmeke çiyayî ya bakur-rojhilatê Pakîstanê, bi helîna qeşayê re cenazayê kesek hat dîtin. Hat diyar kirin ku cenaze aîdê kesekî ku 28 sal berê winda bibû.
Di 1’ê Tebaxê de, şivanekî li Geliyê Supatê yê herêma Kohistan a Pakistanê cenazeyê kesek dît. Şivanê bi navê Omar Khan ji BBC’yê re axivî û wiha got, “Rewşek mirov bawer nake. Termê wî tiştek pê nehatibû, cilên wî jî neqetiyabû.” Cenaze aîdê kesek bi navê Naseeruddin e ku di sala 1997’an de winda bibû.
Pispor diyar dikin ku ji ber kêmbûna oksîjen û şilbûnê term dibe qeşa û bi awayekî xwezayî bo demek dirêj vediguhere mûmyabûnê.
Ev diyarde wekî nîşaneyek ji bo helandina bilez a qeşayê ji ber guherîna avhewayê tê şîrovekirin. Lêkolîn, destnîşan dikin ku heke emîsyonên heyî berdewam bikin, du ji sêyan ji qeşayên Hîmalaya dikarin heta dawiya sedsalê bihelin.