Karesatên xwezayî di destpêka 2025’an de 135 milyar dolar zirar da
Swiss Re roja çarşemê texmînên destpêkê weşand û ragihand ku 6 mehên ewilî yên sala 2025’an de, ji ber karesatên xwezayî 135 milyar dolar (116 milyar Euro) zirara aborî çêbû.
Swiss Re roja çarşemê texmînên destpêkê weşand û ragihand ku 6 mehên ewilî yên sala 2025’an de, ji ber karesatên xwezayî 135 milyar dolar (116 milyar Euro) zirara aborî çêbû.
Şîrketa jinûve sîgortakirinê Swiss Re texmînên xwe yên têkildarî 6 mehên ewilî yên sala 2025’an ragihand. Li gorî vê li seranserî cîhanê karesatên xwezayî bû sedema 135 milyar dolar zirara aborî.
Ev hejmar ji ya sala borî (123 milyar dolar) derbas kir.
Şewatên li Los Angeles û bahozên tund ên li DYE’yê, barê malî yên şîrketên sîgortayê jî zêde kir.
Li gorî daneyên Swiss Re, tazmînatên ku şîrketên sîgortayê ji ber karesatên xwezayî daye, di 6 mehên ewilî ya îsal de gihişt 80 milyar dolarê.
Ev hejmar sala borî weke 62 milyar dolar hatibû qeydkirin.