Jîngehparêz Rêbîn Goran jiyana xwe ji dest da
Jîngehparêzê ku li Merîwanê ji ber dûmana ji şewata daristanê bi jehrî ket, piştî 11 rojan li nexweşxaneyê ma, jiyana xwe ji dest da.
Jîngehparêzê ku li Merîwanê ji ber dûmana ji şewata daristanê bi jehrî ket, piştî 11 rojan li nexweşxaneyê ma, jiyana xwe ji dest da.
Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku jîngehparêzê Kurd ê xelkê Merîwan, Rêbîn Goranî (18) di dema vemirandina agirê daristanên herêmê Hencîre ya ser bi Merîwan a Rojhilatê Kurdistanê de, ji ber dûmanê bi jehrî ket û nefesa wî teng bû. Rêbîn Goranî yê 11 rojan li nexweşxaneyê tedawî dît, ji ber nefes tengiyê jiyana xwe ji dest da.
Di nava du mehên dawî de li Sine û bajarên cuda yên Rojhilatê Kurdistanê, bi Rêbîn Goranî re hejmara jîngehparêzên ku ji ber şewatan jiyana xwe ji dest dane gihişt 4’an.