BI DÎMEN

Li Kobanê bihara geş

Barana ku îsal bi têra xwe li Rojavayê Kurdistanê bariya, bihara Kobanê û gundewarên wê ji her demê bêhtir geş kiriye.

Li bajarê Kobanê mehên destpêkê yên demsala çandiniyê cotkar bi dexil û danên cuda cuda çandiniyê dikin. Darên cuda yên fêkî, her wiha genim, ceh, nîsk, colik, nok û hwd. têne çandin.

Lewma seranserê Kobanê bi çandiniyê şîn bûye. Bi taybetî bi destê dayîkan bostanên reng bi reng têne çandin. Sebzeyên zivistanê yên weke pîvaz, sîr, nehneh, reşad, bextenûz û hwd. hatine çandin ku gelek kes debara xwe bi van berheman dikin.