Li Bestayê di bin çavdêriya leşkeran de dar têne birîn
Li Herêma Bestayê, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar têne birîn, xweza tê wêrankirin.
Li Herêma Bestayê, di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan dar têne birîn, xweza tê wêrankirin.
Li çiyayên Cûdî û Gabarê û herêma Bestayê ya Şirnexê, 5 sal in bê navber dar têne birîn. Di bin çavdêriya leşkeran de bi destê cerdevanan bi hinceta "ewlekariyê" xweza tê talankirin.
Cerdevan darên ku di bin çavdêriya leşkeran de li Bestayê dibirin, bi traktoran dibin navçeya Berwarî ya Sêrtê.
Traktorên bi barê daran ji nuqteyên kontrolê yên leşkerî derbas dibin û diçin navenda bajêr.