RMC: La Niña lawaz xuya bike jî li gelek herêman germahî wê zêde be

Rêxistina Meteorolojiyê ya Cîhanê (RMC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve diyar kir ku bûyera La Niña, ku bi kêmkirina germahiya global a heta astekê tê naskirin, di dema Kanûn-Sibatê de bi lawazî jî be wê xwe nîşan bide.

Li gorî RMC'ê, bûyera xwezayî La Niña bi rengekî lawaz jî be di asta ji sedî 55 de dikare rû bide.

Lê belê li gel vê bandora sarkirinê ya kêm jî, tê gotin li gelek herêmên cîhanê germahî wê zêdeyî asta asayî be.

Ev texmîn jî xwe dispêre daneyên navenda texmînên demsalî ya global ku di Mijdara 2025'an de hate amadekirin.

Saziyê diyar kir ku rewşa okyanûs û atmosferê nîşan dide ku mercên La Niña dibe ku rû bidin, lê belê di demên Çile-Adar û Sibat-Nîsana 2026'an de şert û merc wê di asta ji sedî 65-75 de careke din li rewşa "notr" vegere.

La Niña weke bûyereke avhewayê ya xwezayî tê naskirin ku li herêmên rojhilat û navîn ên Pasîfîkê bi kêmbûna germahiya ser rûyê deryayê derdikeve holê û bandorê li pergala ba û baranê dike.

Bûyera El Niño jî bandoreke berevajî vê dike.