Li Îkîzkoyê darên zeytûnan tên birîn
Kargeha kana komirê YK Enerjî ya ku komirê dide Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê, bi awayekî derqanûnî darên zeytûnan ên welatiyekî birî.
Kargeha kana komirê YK Enerjî ya ku komirê dide Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê, bi awayekî derqanûnî darên zeytûnan ên welatiyekî birî.
Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê li gundê Îkîzkoyê ya navçeya Mîlas a Mûglayê, ji bo kana komirê darên zeytûnan birî.
Kana ku komirê dide Santrala Termîk a Yenîkoy-Kemerkoyê ya li navçeya Mîlas a Mûglayê darên zeytûnan ên welatiyekî birîn. YK Enerjî ya ku şirîkê Lîmak Holdîng û IC Holdîng e, jîngehê wêran dike.
YK Enerjî, li Akbelen Îkîzkoyê nîvê şevê bi awayekî derqanûnî darên zeytûnê yên welatiyekî ku zeytûnên xwe nefirot, birî. Welatiyên ku serê sibê dîtin ku darên zeytûnan hatine birîn, bertekek tund nîşanî rewşê dan. Şîrketê hîn ti daxuyanî nedaye.