Dîmenê talankariya artêşa Tirk a li gundê Şêlazê
Gundiyekî Şêlazê piştî demeke dirêj li gundê xwe vegeriya, lê belê li talankariyeke mezin a artêşa Tirk rast hat.
Gundiyekî Şêlazê piştî demeke dirêj li gundê xwe vegeriya, lê belê li talankariyeke mezin a artêşa Tirk rast hat.
Li gorî nûçeya Rojnewsê, kesekî ji gundê Şêlazê yê li devera Berwarî Bala ya bajarokê Kanî Masî yê navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, dîmenê mal û qadên çandiniyê yên talankirî kişand.
Gundiyê ku ji ber hinceta ewlekariyê neçar ma ji gundê xwe biçe, piştî demeke dirêj li gundê xwe vegeriya. Lê belê li talankariya artêşa Tirk a dagirker rast hat ku mal û zeviyên wî wêran kiriye. Gundî dîmenê vê wêraniyê kişand û talan bi rêk û pêk a artêşa Tirk a li gund raxist pêş çavan.