BI DÎMEN

Di nava bêdengiya spî de Qendîl a berxwedêr

Xemla spî ya li serê çiyayên Qendîlê û qeşa li geliyan, heybeta bêhempa ya xwezayê vediguherîne keleheke îradeyê.

Rewşa zivistanê ya li Qendîlê li gel avhewaya dijwar a vê erdnîgariyê, dîroka esasî jî radixe pêş çavan.

Ev rêyên asê yên bi berfê û qeşayê di her gavê de dijwar dibe, bi sekna bi heybet a çiyayên Qendîlê re dibe yek û hişê manewî yê gelê Kurd bi rengê spî yê zivistanê dineqişîne.

Bêdengiya spî îradeya gerîlayên azadiyê yên li hemberî zehmetiyan û têkoşîna azadiyê radixe pêş çavan bê li cografya dijwar a Qendîlê çawa vejîn dibe.