YE bê etîket destûr dide firotina GDO’yên nifşên nû
Welatên Yekîtiya Ewropayê di 3’yê Kanûnê de, li hev kirin ku qaîdeyên ji bo berhemên ku bi karanîna teknîkên genetîkî yên nû têne hilberandin sivik bike.
Welatên Yekîtiya Ewropayê di 3’yê Kanûnê de, li hev kirin ku qaîdeyên ji bo berhemên ku bi karanîna teknîkên genetîkî yên nû têne hilberandin sivik bike.
YE’yê qaîdeyên ji bo berhemên genetîkî yên guhertî yên ku bi teknîkên nû yên genomîk (NGT) têne hilberandin, sivik kir. Ev berhem êdî dikarin bê etîket li marketan bên firotin, tenê li ser tovan dê etîketa NGT’ê hebin.
Pispor vê guhertinê wekî windakirina şefafiyetê dinirxîne. Qaîdeyên nû her wiha rê li ber patentkirina nebatan bi awayekî genetîkî yên hinekî guhertî vedike.
Cotkarên ku hilberînên xwezayî dikin, diyar dikin ku ev biryar xetere li ser zeviyên wan çêdike û vê biryarê weke ‘Hespê Trûvayê’ bi nav kir.
Ji bo ku biryar bi fermî be pêdivî bi erêkirina Parlamenta YE’yê heye.