Di lehiya Başûrê Kurdistanê de 5 kes jiyana xwe ji dest dan

Di karesata lehiyê ya li Başûrê Kurdistanê de 5 kes jiyana xwe ji dest da, xanî û wesayît man di bin avê de û gele bendav bi ser de çûn.

Ji ber barana ku çend roj in li Başûrê Kurdistanê tê, li gelek herêman lehî çêbû. Xanî û wesayît man di bin avê de û 5 kes jiyana xwe ji dest dan.

Li Kelarê duhî, Eyûb Umer ê 12 salî li ber avê çû û jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê zarok piştî xebatên lêgerîn û rizgarkirinê çend saet şûnde li biniya Pîra Gazîno hat dîtin.

Rêveberiya Îdareya Germiyanê têkildarî bîlançoya 2 rojan a lehiyê daxuyanî da û ragihand ku 150 mal û kargeh di bin avê de mane û ziyanekî mezin ê maddî çêbûye. Her wiha ragihand ku 36 kes di kêliya dawî de ji lehiyê rizgar bûne

Her wiha hate ragihandin ku bendavên Bawe Şasiwar û Xornewazan bi temamî tijî bûne û bendavên Ava Spî û Turecarê jî bi ser de çûne.

Waliyê Kerkukê Rêbwar Teha ragihand ku ji ber lehiyê li bajêr betlaneya fermî ragihandine û ji bo têkoşîna karesatên xwezayî komîteyeke ava kirine û 24 saet bi rayedarn re di nava têkiliyê de ne.

Her wiha ji bo gelê ku windahiyên mezin jiyankirine, bangên alîkariyê têne kirin.