Copernicus: 2025 dibe ku bibe sala duyemîn a herî germ

Li gorî daneyên dawî yên navenda çavdêriyê ya avhewayê ya Yekîtiya Ewropayê Copernicus, sala 2025’an nêz bûye ku bibe sala duyemîn a herî germ.

Li gorî daneyên Copernicus ji bo dema çile-mijdarê rêjeya germahiya gerdûnî, li gorî normalên 1991-2020’an 0,60°C hate pîvan, dema ji beriya sanayiyê jî li ser 1,48°C  hate pîvan. Ev pile hema bêje mîna 2023’yan e, lê belê li pey rekora 2024’an dimîne.

Copernicus diyar kir ku Mijdara 2025’an wê bibe sêyemîn mijdara herî germ a 2025’an.

Zanyar destnîşan dikin ku guhertina avhewayê ya ku çavkaniya xwe ji mirovan digire, hîn zêdetir dibe sedemê bûyerên hewayê.

Di meha mijdarê de bi taybetî li Asyaya Başûrêrojhilat siklonên tropîk bû sedemê lehiyên dijwar û windahiyên can.