Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hêzên Parastina Jîngehê ava bû
Saziya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya biryarên ji bo parastina jîngehê de Hêzên Parastina Jîngehê ava kir ku wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkariyê bike.
Saziya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di çarçoveya biryarên ji bo parastina jîngehê de Hêzên Parastina Jîngehê ava kir ku wê bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hevkariyê bike.
Bi armanca avakirina Hêzên Parastina Jîngehê, bernameyek li avahiya Desteya Jîngehê ya kantona Reqayê hat lidarxistin. Endamên Hêzên Parastina Jîngeheê yên kantonan, endamên meclisên jîngehê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hevserokên Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amade bûn.
Hevserokê Desteya Jîngehê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrieyê Îbrahîm El Esed axivî û diyar kir ku divê çavdêrî li rewşa jîngehê were kirin, nemaze ji ber bûyerên ku di salên dawîn de li gelemperiya Sûriyeyê, bi taybetî li bakur û rojhilatê wê rû dane.
Ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Casim El Dêf jî bal kişand ser rola hişyarkirinê ku hêzên parastina jîngehê pê rabin û got divê sîstema parastina jîngehê li gorî şert û biryarên ku desteyê destnîşan kirine, were pêkanîn.
Casim El Dêf diyar kir ku ev hêz dê li tevahî kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê werin belavkirin û dê li dijî nêçîrvaniya bêserûber, qutkirina daran û hwd bixebitin. Her wiha anî ziman ku yekîneya nû ya van hêzan bi hejmareke guncaw dest bi mîsyona xwe bike û bernameyeke stratejîk a pêşketin û piştgiriyê deyne.
Hêzên Parastina Jîngehê dê bi Desteya Jîngehê re dewriyeyan li daristan, çem û deverên xwezayî pêk bîne, ji bo karasetên xwezayî jî her tim amade bin.