ROJANE
Hemû Nûçe
-
ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Encu: Kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êrîş dikin
Li ser êrîşa polîsan a li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kartalê, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu bertek nîşan da û diyar kir ku kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êrîş dikin. -
Tevgera Sadir, Hevpeymaniya Sunî û PDK’ê li hev kir
Tevgera Sedir, Hevpeymaniya Serweriya Sunî û PDK‘ê li ser namzedên serokwezîr û serokomariya Iraqê li hev kirin. -
Doza Dayikên Şemiyê hate taloqkirin
Danaşîna doza Dayikên Şemiyê taloqî 21’ê Îlonê hat kirin. -
Li Stenbolê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Kartalê
Li Stenbolê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Kartalê û dest danî ser kovar û wêneyan. Gel li pêşiya avahiyê kom bû û serdegirtin protesto kir. -
Kesên di Newrozê de hatin destgîrkirin, li emniyetê êşkence li wan hate kirin
Li Amedê di dema pîrozbahiya Newrozê de 298 hatibûn destgîrkirin û 35 kes hê jî emniyetê ne. Hate diyarkirin li emniyetê êşkence li mirovan hatiye kirin. -
Nobedên Edaletê didomin
Nobedên Edaletê yên li Amed û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan didome. -
Olûç: Gelê Kurd di Newrozê de gelek peyam da
Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku gelê Kurd di Newrozê de gelek peyamên aştiyê da partiyên desthilatdariyê, partiyên muxalefetê. -
Rûniştina doza Dayikên Şemiyê dest pê kir
Rûniştina Dozê ya 46 kesan ku Dayikên Şemiyê jî di nav de ne, dest pê kir. -
HBDH'ê Baran Serhat bi bîr anî
Komîteya Rêveber a HBDH'ê, şervanê komunîst Baran Serhat bi bîr anî ku 23'ê Adara 2019'an li Serêkaniyê di êrişa dewleta Tirk û çeteyên wê de şehîd bû. -
Ji ber ku wêneyê Newrozê par ve kir ji kar hate dûrxistin
M.K ku ji ber nexweş bû neçûyî ser kaRê xwe, ji bo ku wêneyê Newrozê yê salê çûyî par ve kir, ji hêla Nexweşxaneya Başakşehîrê ya Çam û Şakur ji kar hate dûrxistin. -
ROJEVA 23'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê. -
Dadgeh Kemal Kûrkût wek terorîst dibîne
Polîsên ku bi çekan ketin danişîna doza kuştina Kemal Kûrkût a ku bi biryara paşve xistina Îstînafê ji nû ve hat dîtin, piştî bertekan ji salonê hatin derxistin. -
NÇM'ê bertek nîşanî qedexekirina stran û kincên neteweyî da
NÇM'ê destgîrkirina hunermendan û qedexekirina kincên herêmî ya li Newrozê şermezar kir û got: “Muzîka Kurdî, dilê Newrozan e. Coşa tekoşîn û berxwedanan e. Stranên me li hemberî zilmê, serîhildan in.” -
Bûldan û Gunay serdana Hevseroka KCD’ê Leyla Guven kirin
Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan û Wekîla Mêrdînê Ebrû Gunay, serdana Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku li Girtîgeha Xerpetê tê girtin, kirin. -
'Daxwazên malbatên girtiyan rewa ne'
Rêveberên ÎHD'ê û HDP'ê serdana Nobeta Edaletê ya li Baroya Imzîrê kirin û diyar kirin ew li cem daxwazên malbatan in. -
Milîsên KBDH’ê li Stenbolê 7 wesayît şewitandin
Milîsên Sarya Diyar ên KBDH’ê diyar kirin wan li Stenbolê heft wesayîtên faşîstan şewitandine. -
Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo dîtina muwekîlên xwe serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Li Bolûyê operasyona qirkirina siyasî: 20 kes hatin destgîrkirin
Rêveberê OHD'ê Alîşan Şahîn jî di nav de 20 kes di operasyona qirkirina siyasî de hatin destgîrkirin. -
HDP'ê spasiya bi milyonan kir ku tevlî Newrozê bûn
Hevserokên HDP'ê gotin, "Em spasiya bi milyonan mirovî kirin ku hêvî, bawerî û berxwedêrî bi pîrozbahiyên bi heybet mezin kirin." -
ROJEVA 22'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Newroza Sêrtê: Heke deriyên Îmraliyê vebin wê bihar were
Parlementera HDP’ê Meral Daniş Beştaş di pîrozbahiya Newroza Sêrtê de axivî û got “Deriyên Îmraliyê vekin, bila aştî û bihar were.” -
Newroza Cizîrê: Tekane rêya ji bo azadiyê berxwedan e!
Di Newroza Cizîrê de ku zêdetirê sed hezaran kes tevlê bibûn de peyamên berxwedanê hatin dayîn û azadiya Abdullah Ocalan hate qêrîn. -
Li Konyayê agirê Newrozê hate vêxistin
Li Konyayê gel bi sloganên ‘Bijî Newroz’ û ‘Newroz pîroz be’ Newroz pîroz kirin. -
Newroz li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdên li Moskowayê tevî dostên xwe Newroz bi şahiyekê pîroz kirin û destnîşan kirin, ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.