Milîsên KBDH’ê li Stenbolê 7 wesayît şewitandin
Milîsên Sarya Diyar ên KBDH’ê diyar kirin wan li Stenbolê heft wesayîtên faşîstan şewitandine.
Milîsên Sarya Diyar ên KBDH’ê diyar kirin wan li Stenbolê heft wesayîtên faşîstan şewitandine.
Milîsên Sarya Diyar ên KBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin: “Di şevên 18 û 20’ê Adarê de li du navçeyên Stenbolê Milîsên Sarya Diyar 7 wesayîtên faşîstên ku berê hatibûn tespîtkirin şewitand. Di çarçoveya çalakiyê de li Bahçelîevler û Maltepeyê 7 wesayît hatin şewitandin. Piştî vê çalakiyê milîsên ve xwe gihandin baregehên xwe.
Em ê bi ruhê Newrozê re tarîtiya Dehaqan bi sê darikên niftikê yên Mazlûm û Dogan û Kawa ronî bikin. Em bang li gelên xwe dikin wekî li qadên Newrozê li hemberî faşîzmê bibin yek û têkoşînê geş bikin. Em ê li Zindana Amedê bibin Mazlûm, li Cizîrê bibin Bêrîvan û li Îzmîrê jî bibin Rehşan û em ê bibin kabûsa Dehaqên zalim.”