Encu: Kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êrîş dikin

Li ser êrîşa polîsan a li hemberî avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Kartalê, Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu bertek nîşan da û diyar kir ku kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êrîş dikin.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê li dijî êrîşa polîsan a li ser avahiyên Taxa Kartalê li ber avahiyê hatin cem hev û daxuyanî dan çapemeniyê. Rêvebirên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Platforma Piştevaniyê ya Sosyalîst (SODAP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Partiya Şoreşger û gelek kes tevli daxuyaniyê bûn. Di dema daxuyaniyê de tim dirûşmeya "Bijî berxwedana HDP'ê" hat berzkirin.

‘EM Ê JI NIHA BÊTIR BIXEBITIN‘

Di daxuyaniyê de ewil Hevseroka HDP'ê ya Kartalê Aygul Sîncar Karataş axivî. Karataş anî ziman ku ruhê gel li her çar erdnîgariyan xwe di Newrozê de da der. Karataş destnîşan kir ku bi milyonan kes ber bi qadên Newrozê ve herikîn û got:“Hin kesan ev yek tehamûl nekirin. Em ê ji niha bêtir bixebitin."

‘HDP, HÊVIYAGELÊ KURD Û GELÊN BINDEST E‘

Hevserokê navçeyê Mete Aşan diyar kir ku wê ê tu carî paş de gav neavêjin û ev tişt got: “Em ê ji niha û pê ve têkoşînê hîn bêtir bilind bikin. Em ê kuçe bi kuçe bitêkoşin û HDP'ê mezintir bikin. HDP, hêviya gelê Kurd û gelên bindest e."

'EM Ê VAN ÊRÎŞAN BIRÛXÎNIN'

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Ferhat Encu jî destnîşan kir ku ev êrîş, êrîşa kesên ku coşa Newrozê tehemûl nekirin bi xwe ye û wiha got: "Bi milyonan kes ji bo pîrozbahiya hatina biharê û ji bo parastina azadî, demokrasî û edaletê daketin qadan. Kesên vîna bi milyonan hezm nekirin, bi polîsan êrîş dikin. Çawa ku gelê me li bajarên Kurdistanê, li metrepolên Tirkiyeyê li qadên Newrozê coşa xwe diyar kirin û barîkat xera kirin, em ê jî van êrîşan û kesên van êrîşan dikin birûxînin û xera bikin."

‘EM DEST JI TÊKOŞÎNÊ BERNADIN‘

Endama Desteya Rêvebir a SODAP'ê Tulay Korkûtan jî ev tişt got:“Em bang li kesên ku polîsa şandine vir dikin; hûn ê nikaribin me biqedînin, em dest ji têkoşînê bernadin."

‘NEHEZMKIRINA COŞA NEWROZÊ Û 8’Ê ADARÊ YE‘

Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Nevzat Kiliç anî ziman ku hincetên vê êrîşê diyar in û got: “Nehezmkirina coşa Newrozê û 8'ê Adarê ye. Lê bi soz gava em faşîzmê birûxînin, em îqtidara heyî bişînin em ê cardin li vira soza xwe ji gelê xwe re bibêjin."