ROJEVA 23'Ê ADARA 2022'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û cîhanê.
- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerên li ser mijarê wê werin şopandin.
- Endama Konseya Serokatiya Giştî ıya KCK'ê Elîf Ronahî got, "Bi PKK'ê re Newroz li cewhera xwe vegeriya."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê li Zapê Newroza 2022'an bi coş û kelecaneke mezin pîroz kirin û gotin, "Em ê sala 2022'an bikin sala serketinê. Bila kes ji vê yekê gumanan neke."
- Gerîlayên HPG û YJA Starê li Herêma Xakurkê Newroza 2022'an bi coşeke mezin pîroz kirin.
- Bêwar Unver diyar kir ku PDK bi siyaseta xwe ya şaş civak bê hêvî kiriye, ji rêveberî û hikumetê dûr xistiye û got, ji ber vê siyasetê êrişên li ser destketiyên Kurdan zêdetir dibin.
- Salih Muslum anî ziman, rewşa navbera Ûkrayna û Rûsyayê, çawa ku bandorê li siyaseta tevahiya cîhanê dike, wê bandorê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bike û got, "Ji bo zêde bandorê li me neke em tedbîrên xwe digirin."
- Pêşmergeyê Dêrîn û nivîskar Raber Reşîd got, "Ji ber şerê desthilatdariyê yê navbera serwerên Kurd de, Kerkûk piştî 31 salên rizgarkirinê jinûve hate dagirkirin."