Rûniştina doza Dayikên Şemiyê dest pê kir

Rûniştina Dozê ya 46 kesan ku Dayikên Şemiyê jî di nav de ne, dest pê kir.

Danişîna Dozê ya ku 46 kes jê têne darizandin û di nav wan de Dayikên Şemiyê jî hene, li Dadgeha Cezayê Esliyê ya 21'ê ya Stenbol Çaglayê dest pê kir. 

Wekîla HDP'ê Huda Kaya, Hevserokên ÎHD'ê Eren Keskîn û Ozturk Turkdogan, Wekîlê CHP'ê SezgînTanrilikulu, Seroka CHP'ê ya Stenbolê Canan Kaftancioglu û xizmên windayan li rûniştinê hazir bûn.

Hevserokê ÎHD'ê Ozturk Turkogan diyar kir lêgerîna li dadê bi salan e didome û got, ''Em ê dev ji Meydana Galatasarayê neqerin, bi bîra xwe em ê li wir rûnin. Bi salan e mekanê bîrê qedexe dikin. Dozdar em in, faîl kanîn? Çİma hûn ceza dikin? Ên ku li ser kursiyê bersûc em dane rûniştiandin divê fihêt bikin. Em ê heta ku lêgerîna dadê encamekê bîne têkoşîna xwe bidomîni.''

Berpirsa Kampanyaya Tirkiyê ya Rêxistina Efûyê ya Navnetewî Mîlen Buyum bi bîr xist Dayikên Şemiyê yên ku bi salan in têkoşîna dadê dikin têne darizandin û got, ''Divê ev doz demildest rabe, her kes bereat bike .Ji ber ku ti bingehê vê dozê nîne .Dozeke wiha ye ji bo ku diyar bikin civîna ji bo aştiyê çendî qedexe ye, ev doz hatiye vekirin.''

Ji TÎHV'ê (Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiyê) Umît Efe jî got, ''Em li vir in ji bo ku em bibêjin, ''Hûn çi jî bikin em ê li heq û hiqûqê bigerin. Em dixwazin dev ji dozê berdi, ti hikmê vê dozê nîne. Dev jê biqerin, em ê dev jê neqerin.''

Ji xizmê windaya, keça Fehîm Tosun Besna Tosun jî got, ''Ji bo ku me heqê xwe bi kar aniye, em îro li Edliyeya Çaglayanê ne.''