ROJEVA 22'Ê ADARA 2022'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

- Êrişên dagirkeriyê yên artêşa Tirk û PDK'ê û bûyerê li ser mijarê wê werin şopandin.

- Tîmên gerîla yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê li hev kom bûn û Newroz pîroz kirin.

- Fermandarê HPG'ê Agît Reşît diyar kir ku ew ji her demê bêhtir nêzî azadiya Rêberê xwe ne û got, "Bila dijmin ji me bitirse. Fedayiyên Rêber Apo tên. Em ê tola salan hilînin. Em ê jiyanek bê Rêbertî qebûl nekin."

- Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di Newrozê de ku serê sibehê dest pê kir û heta nîvê şevê dewam kir peyameke wiha hate dayin: Newroza 2022'an wê bi Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan. ÇAVDÊRÎ

- Komîteya Amadekar a Nobeda Azadiyê, beşdarên Newroza Azadiyê ya Sala 50'emîn silav kir û got, "Newroza 2022'an nîşan da ku gelê Kurd wê jiyana bê Rêberê xwe qebûl neke."

- Cîhan Gulo ya ji Qamişloyê got, "Ne li ser Kurdîtiyê ne jî li ser hebûna jinê em bi tiştekî nizanî bûn. Bi PKK'ê re me dest bi lêpirsînê kir û xwe nas kir."