Li Konyayê agirê Newrozê hate vêxistin

Li Konyayê gel bi sloganên ‘Bijî Newroz’ û ‘Newroz pîroz be’ Newroz pîroz kirin.

Li Konyayê bi pêşengtiya HDP’ê û bi beşdariya Hêzên Ked û Demokrasiyê Newroz hate pîrozkirin. Gel li bazara roja Sêşemê kom bû û deqîqeyekê rêz girt. Gel bi cilên xwe yên neteweyî hatin qadê û sloganên ‘Bijî Newroz’ û ‘Newroz pîroz be’ Newroz pîroz kirin.

Di pîrozbahiyê de parlementera HDP’ê Huda Kaya axivî û got “Jiyana Kurdan veguherî berxwedana li hemberî zaliman. Xweza hişyar dibe. Roj roja vejîn û berxwedanê ye.”

Piştre bi tevlêbûna rêveberên HDP’ê bi tilîliyan agirê Newrozê hate vêxistin. Di pîrozbahiyê de sloganên ‘Bijî Newroz’, ‘Bijî berxwedana zindanan’, ‘Jin, jiyan û azadî’ hate berzkirin.

Newroz bi govenda li ber stranên Koma Şitla Azadî û Ozlem Baglayan bi dawî bû.

Sê kes jî bi hinceta cilên neteweyî li xwe kirine, hatin destgîrkirin.