Olûç: Gelê Kurd di Newrozê de gelek peyam da

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku gelê Kurd di Newrozê de gelek peyamên aştiyê da partiyên desthilatdariyê, partiyên muxalefetê.

Serokwekîlê Koma HDP'ê Sarûhan Olûç li Meclîsê civîneke çapemeniyê lidar xist û Newroza 2022'an nirxand.

Olûç bal kişand ser Newroza ku bi milyonan kes tevlî bûn û got, "HDP'ê li 70 bajarên Tirkiyeyê Newroz pîroz kir. Bi milyonan mirov tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn, lê belê medyayê ji nedîtî ve hat. Medya desthilatdariyê jî medya ku ji xwe re muxalîf dibêje jî jinedîtî ve hat. Tenê medya azad dît."

Olûç işaret bi qedexe û astengiyan kir û got, "Dixwazim careke din peyama di Newrozê de hate dayin destnîşan bikim. Gelê Kurd, gelên Tirk, Ereb û mirovên tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn hemûyan gelek peyam dan. Gotin, 'Em aştî, demokrasî, edalet û azadiyê dixwazin. Di meşa ber bi vê armancê de em sekna xwe ya li ser xeta siyaseta demokratîk bi biryardarî dewam dikin."

Sarûhan Olûç anî ziman ku bi banga HDP'ê bi milyonan mirov li qadan li hev civiyan û wiha dewam kir, "Meraq dikin ku eger HDP'ê bigirin wê bandoreke xwe ya çawa hebe. Yan jî eger bi benda hilbijartinê bilîzin wê dengê HDP'ê kêm bibe yan na. Vaye ev dîmen tenê ji Amedê, ji navçeyên wê hemûyan ev dîmen hate dayin. Gel xwedî li paşeroja xwe û HDP'ê derket. Got, 'Em di aştiyê de bi israr in, li pişt manîfestoya aştiyê ya Abdullah Ocalan e ku di Newroza 2013'an de li Amedê hate xwendin, li pişt Mutabaqata Dolmabahçeyê ye."

Têkildarî peyamên ku di Newrozê de hatin dayin Sarûhan Olûç bi dewamî got, "Gel ev peyam da: 'Ti pirsgirêk nîne ku bi danûstandinan, bi diyalogê neyên çareserkirin. Em amade ne ji axaftinê re, tenê bila pirsgirêkên Tirkiyeyê çareser bibin, bila pirsgirêka Kurd û pirsgirêka demokrasiyê çareser bibin'. Got 'Bi girtina HDP'ê re mijûl nebin, em xwedî li îradeya xwe ya siyasî derdikevin'. Her wiha ev peyam da, 'Em li dijî asîmîlasyonê ne, xwedî li çand û zimanê xwe yê dayikê derdikevin, dixwazin bi rengekî azad pê bijîn, biparêzin û bi pêş ve bibin'."

Sarûhan Olûç destnîşan kir ku ev peyam bi rengekî zelal li 70 deveran hate dayin û got, "Partiyên desthilatdariyê, partiyên muxaleftê yên dixwazin bibihîzin, ji bo wan gelek peyamên aştiyane hate dayin. Yên ku dixwazin bibihîzin ev peyam fêhm kirin."