ROJEVA 24'Ê ADARA 2022'AN
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
Sernavê sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.
- Endama Fermandariya Giştî ya QSD'ê Newroz Ehmed anî ziman ku li gel êrişên dewleta Tirk û derfetên kêm wan li dijî DAÎŞ'ê têkoşîneke bênavber meşandin, lê belê ji Koalîsyona Navneteweyî piştgiriyeke têrker wernegirtine.
- "Jin, dayik, ciwan û zarokên me bi berxwedanê xwe gihandin qadê. Newroza îsal mîna serhildanê bû."
- Endamê Desteya Rêveber a Baroya Amedê Parêzer Diyar Çetedîr anî ziman ku destgîrkirina mirovan di dema Newrozê de neqanûnî ye û got, nabe ku kincên neteweyî weke hincet bê nîşandan.
- Pîra Xecê yek ji wan sirgûniyan e ku di Terteleya Dersimê de tevî malbata xwe sirgûnî Denîzliyê hate kirin. Piştî ku 10 salan li sirgûnê ma, li Dersimê vegeriya. Salên 90'î bi valakirina gundan re cara duyemîn sirgûn bû.