Kesên di Newrozê de hatin destgîrkirin, li emniyetê êşkence li wan hate kirin

Li Amedê di dema pîrozbahiya Newrozê de 298 hatibûn destgîrkirin û 35 kes hê jî emniyetê ne. Hate diyarkirin li emniyetê êşkence li mirovan hatiye kirin.

Dewleta ku tehemûla pîrozbahiya Newrozê ya Amedê nekir, êrişî girseyê kir. Pîrozbahî dema didomiya jin û zarok jî di nav de, bi sedan kes hatin destgîrkirin. Di nava kesên hatine destgîrin de ji dayikên ku pitikên wan gel heta zarokên di bin 10 saliyê de, gelek kes hebûn. 

Hêzên dewletê sedema destgîrkirinê jî weke lixwekirina cil û bergên neteweyî û yên bi rengên kesk, sor û zer nîşan dan. Gelemperiya kesên hatine destgîrkirin rastî tundî û nêzikatiya xerab a polîsan hatin û li şaxên TEM, KOM û Midûriyeta Zarokan ên girêdayî Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr hatin ragirtin. 

Malbatên ku agahiya destgîrkirina xizmên xwe bihîstîn, çûn ber deriyê Şaxa Midûriyeta TEM’ê. Piştre jî parêzerên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) û rêveberên Baroya Amedê jî çûn emniyetê. Ji parêzeran re hat gotin ku 74 jê zarok bi giştî 298 kes hatine destgîrkirin. Parêzeran da zanîn ku heta saet 21.00’an jî destûra hevdîtina kesên hatine destgîrkirin nehatiye dayîn.

Bi taybet jî ji ber ku li Şaxa TEM’ê cih nemabû, gelek kes tevî hewayê sar jî bi saetan li konteynirên li baxçeyê şaxê hatin ragirtin. Malbat neçar man ku pitikên ku dayikên wan hatine destgîrkirin birin emniyetê. 

Kar û barên îfadegirtinê piştî nîva şevê dest pê kir û gelemperiya îfadeyan jî bêyî parêzeran hatin girtin. Kesên hatine destgîrkirin bi tawanên “binpêkirina qanûna civîn û meşan” û “propagandaya rêxistinê” hatin sûcdarkirin. Di dema îfadegirtinê de pirsên weke “Tu ji ku tev li Newrozê bûyî?”, “Te çawa zanî ku dê pîrozbahî bê lidarxistin?” û “Tu bi kîjan armancê çû pîrozbahiyê?” hatin kirin. 

Ji 74 zarokên hatine destgîrkirin ku emrê wan di navbera 13-14 salî de bûn 42 jê piştî kar û barên îfadegirtinê, di nîvê şevê de hatin berdan. Li ser fermana dozgeriyê, 32 zarokên din jî rojek piştre ji bo îfadeyê şandin edliyeyê. 

Piştî îfadeyê, tevahiya zarokan hatin berdan. Balkêş e ku beriya îfadeyê, dozgeriyê xwest ku nimûneyên xwînê yên zarokan bên girtin. 

Ji bilî 35 kesan, tevahiya kesên hatine destgîrkirin piştî kar û barên îfadeyê hatin berdan. Hat zanîn ku piştî xelasbûna kar û barên li emniyetê, 35 kesên hatine destgîrkirin wê sewqî dozgeriyê bên kirin.