HDP'ê spasiya bi milyonan kir ku tevlî Newrozê bûn
Hevserokên HDP'ê gotin, "Em spasiya bi milyonan mirovî kirin ku hêvî, bawerî û berxwedêrî bi pîrozbahiyên bi heybet mezin kirin."
Hevserokên HDP'ê gotin, "Em spasiya bi milyonan mirovî kirin ku hêvî, bawerî û berxwedêrî bi pîrozbahiyên bi heybet mezin kirin."
Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Mîthat Sancar spasiya bi milyonan mirovî kirin ku tevlî pîrozbahiyên Newrozê bûn.
Di daxuyaniya Bûldan û Sancar de hate gotin, "Ji Geverê heta Çanakkaleyê, ji Wanê heta Stenbolê, ji Amedê heta Îzmîrê, ji Îdirê heta Denîzliyê, ji Cizîrê heta Çûkûrovayê em spasiya gelê xwe dikin ku seranserê welêt bi agirê Newrozê germ kirin. Spasiya jinan dikin ku ji 8'ê Adarê ve li qadan li ber xwe didin. Spasiya ciwanan dikin ku bi biryardariyeke mezin xwedî li paşerojê derdikevin. Ji 7 salî heta 70 salî spasiya berxwedêran dikin.
Em ji her demê bêhtir bi hêvî, coş û bi biryar in. Bi hêza ku ji gelê me, ji pîrozbahiyên Newrozê yên bi heybet wergirtî em bi biryar in ku têkoşînê mezin bikin û bi ser bikevin. Em careke din Newrozê li gelê me, gelên me pîroz dikin."