Ji ber ku wêneyê Newrozê par ve kir ji kar hate dûrxistin

M.K ku ji ber nexweş bû neçûyî ser kaRê xwe, ji bo ku wêneyê Newrozê yê salê çûyî par ve kir, ji hêla Nexweşxaneya Başakşehîrê ya Çam û Şakur ji kar hate dûrxistin.

M.K ya ku ev bi qasî salekê bû li Nexweşxaneya Başakşehîrê ya Çam û Şakura li beşa Xizmetên Xwarina Hazir a ISS'ê weke alîkara nanpêjê dixebitî, ji boo ku ji ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal 20'ê Adara 2022'an wêneyê xwe yê NewroZê par ve kir, bi lêpirsîna disîplînê ji kar hate dûrxistin.

Wêneyê ku M.K li ser hesabê xwe yê medyaya civakî par ve kirî ne yê Newroza îsal e, wê di îfadeya xwe jî ev gotiye û ketiye qeydan jî. M.K 20'ê Adarê ji ber fitiqê ew çûye nexweşxanê, derzî lê dane û rewşê ji şefê beşê re jî radigîne û dibêje ew ê bi derengî bikeve.