Newroz li Moskowayê hate pîrozkirin
Kurdên li Moskowayê tevî dostên xwe Newroz bi şahiyekê pîroz kirin û destnîşan kirin, ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Kurdên li Moskowayê tevî dostên xwe Newroz bi şahiyekê pîroz kirin û destnîşan kirin, ku heta azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Li paytexta Rûsya Moskowayê Kurd tevî dostên xwe li hev civiyan û cejna Newrozê pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de Nûnerê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê li Rûsyayê Reşad Bênav, endama Organîzasyona Jinên Kurd a Navneteweyî Asya Sivik axivîn û Newroz li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelê Kurd pîroz kirin.
Qisekeran bi bîr xistin ku Newroza bi dirûşma 'Azadî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re' tê pîrozkirin, Newroza sala 50'emîn a Rêber Ocalan e û destnîşan kirin ku gelê Kurd bi pîrozbahiyên Newrozê careke din dilsoziya xwe ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re nîşan da.
Her wiha destnîşankirin ku weke Kurdên li Rûsyayê heta misogeriya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê têkoşîna xwe dewam bikin.
Beşdarên pîrozbahiyê Newroz li şervanên li çar parçeyên Kurdistanê têdikoşin, li gerîlayên Kurdistanê pîroz kirin.
Serokê Yekîtiya Saziyên Kurd a Navneteweyî Arîf Azmanî piştre axivî û bi bîr xist ku cejna Newrozê ji bo gelê Kurd tê wateya jinûve xwebûn û azadiyê.
Serokê Otonomiya Gurciyan a Rûsyayê Davîd Tsetxladze û komeke otonom, her wiha Seroka Navenda çnadê ya Tirkmen Gulnabat Tekaeva tevlî pîrozbahiyê bûn, Newroz li Kurdan pîroz kirin.
Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser dîroka Newrozê hate nîşandan. Piştre jî Hunermend Hozan Diyar, hunermendên xwecihî Hemîd Mecîd, Leyla Mkoyan, Barzan Osmanov, Barî Yûsûbov, Sare Xadjiyeva, Koma zarokan a Kulîlkên Jiyanê, komên govendê Barîn û Nûjîn hunera xwe pêşkêş kirin.
Pîrozbahiyê heta derengiya şevê bi gerandina govendê dewam kir.