Nobedên Edaletê didomin
Nobedên Edaletê yên li Amed û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan didome.
Nobedên Edaletê yên li Amed û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş û girtiyên cezayê wan qediyane werin berdan didome.
AMED
Malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên ku cezayê wan xelas bûye lê nayên berdan û girtiyên nexweş, li Baroya Amedê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Çalakiya malbatan di roja 128’an de jî berdewam kir. Malbatan, çalakiya xwe ya îro li ber Saziya Tipa Edlî (ATK) berdewam kirin. Di çalakiyê de endam û rêveberên MED TUHAD-FED, TUAY-DER, MEBYA-DER, DBP, OHD û MED-DER’ê jî amade bûn û piştgirî dan malbatan. Di dema çalakiyê de di navbera malbat, parêzer û polîsan de nîqaş derket. Piştre jî daxuyanî hat dayîn.
Di çalakiyê de ji ewil yek ji xizmên girtiyan Herdem Merwanî axivî û wiha got: “Partiyên siyasî soz dabûn me lê soza xwe pêk ne anîn. Her wiha wezîrê edaletê jî berpirsyariya xwe pêk nayîne. Daxwaza me ya ji partiyên siyasî ev e ku hêj gelek dereng nebûyî, bila vê pirsgirêkê têxin rojeva Meclisê. Banga me ji partiyên siyasî re ev e ku ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê bi wezîrê edaletê re hevdîtinê bikin.”
Dayika girtiyê nexweş Ciwan Boltan, Nazîme Boltan jî bal kişand ser girtiyê bi navê Şervan Can Guder ku Girtîgeha Tîpa F a Wanê bi rengekî biguman jiyana xwe ji dest dabû. Boltan, anî ziman ku ew naxwazin darbestên zarokên wan ji girtîgehan derkevin û bang li wezîrê edaletê kir ku girtiyan berdin.
EM NAXWAZIN JI GIRTÎGEHAN CENAZEYÊ ZAROKÊN ME DERKEVIN
Ji çalakvanan Încî Guler jî daxuyand ku ATK raporên derhiqûqî amade dike û wiha domand: “Banga min ji bo bijîşkên ku biryara neberdana girtiyên nexweş didin ev e; dema we destûrnameya xwe wergirtî we çi soz dabe, wê soza xwe bi cih bînin. Qanûnên we çi bin, bi wan qanûnên xwe bikin.”
Herî dawî jî Reşahat Ada axivî û ev tişt anî ziman: “Banga min ji wezîrê edaletê û serokomarê Tirkiyeyê ev e; em naxwazin cenazeyên zarokên me ji girtîgehê derkevin. Banga me ew e ku edaletê pêk bînin.”
Çalakiya malbatan bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan” bi dawî bû.
ÎZMÎR
Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan ji bo berdana girtiyên cezayê wan xelas bûyî lê nehatine berdan û girtiyên nexweş li Baroya Îzmîrê daye destpêkirin, di roja 29’an de berdewam kir. Li eywana çalakiyê dowîzên “Azadî ji girtiyên nexweş re” û “Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye” hatibûn daliqandin.
Ji welatiyên hatine serdana malbatan Hediye Korkut bertek nîşanî paşguhkirina daxwazên malbatan da û ev bang li hemû sazî û partiyan kir: “Gelo ev malbat çima li vê derê ne? Werin û derdê wan jê bipirsin. Wan bi tenê nehêlin. Em dixwazin ku tecrîda li ser girtîgehan bi dawî bibe. Her wiha di serî de Aysel Tûglûk, em dixwazin hemû girtiyên nexweş bên berdan. Hemû siyasetmedarên me dîl hatine girtin. Em dixwazin hemû jî werin berdan.”
Korkut, di berdewamê de ji bo Denîz Poyraz ku di êrişa li dijî avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê de hatibû qetilkirin edalet xwest û wiha bi dawî kir: “Ne tenê HDP lê divê partiyên din jî girîng bi vê dozê bidin. Ev komkujî, li dijî Kurdan hate kirin. Divê neyê qebûlkirin. Her wiha divê her kesê xwedî wijdan xwedî li çalakiya malbatên girtiyan derkeve.”