Newroza Cizîrê: Tekane rêya ji bo azadiyê berxwedan e!
Di Newroza Cizîrê de ku zêdetirê sed hezaran kes tevlê bibûn de peyamên berxwedanê hatin dayîn û azadiya Abdullah Ocalan hate qêrîn.
Di Newroza Cizîrê de ku zêdetirê sed hezaran kes tevlê bibûn de peyamên berxwedanê hatin dayîn û azadiya Abdullah Ocalan hate qêrîn.
Li navçeya Cizîr a Şirnexê bi sed hezaran kes tevlê pîrozbahiya Newrozê ya li qada Newrozê ya TOKÎ bi dirûşmeya “Dem dema serketinê ye” hat lidarxistin bûn. Li qadê coşa ciwan û jinan bê navber dom kir, bi domdarî dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.
Navê kesên ku tevlê pîrozbahiyên Newrozê bûn wiha ne:
"Hevşaredarên Cizîrê Berîvan Kûtlû û Mehmet Zîrîg ên ku peywira wan hatin desteserkirin, wekîlên Şirnexê Nûran Îmîr, Hasan Ozguneş, nûnerên Sendîkaya Kedkarên Cemaweriyê (KESK) ên Cizîrê, Hevşaredarên Balveren, Meclîsa Jinan a HDP'ê, Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Alîkariya Kesên Di Deşta Mezopotamyayê de Wenda bûne, Komeleya Piştevanî û Çandê (MEBYA-DER), Dayikên Aştiyê, Hevşaredarên Silopiyayê, Sendîkaya Kedkarên Tenduristî û Xizmetên Civakî (SES), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê TÎHV) Nûnera Cizîrê, Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Şaxa Cizîrê, Tevgera Jinên Azad (TJA), malbatên Esmer Tunç û malbatên wan, dayika Orhan û Mehmet Tunç ên li jêrzemînên Cizîrê jiyana xwe ji dest dabûn. Malbatên Asya Yuksel û Pakîze Nayir ên li Silopiyayê hatin qetilkirin."
Pîrozbahî piştî deqeyek rêzgirtina ji bo yên di berxwedana demokrasiyê ya Cizîrê de jiyana xwe ji dest dane, bi berzkirina dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” dest pê kir.
Axaftina destpêkê ya ji aliyê endamê komîteya amadekar Mesût Nart hat kirin, Nart bal kişande ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo azadiya girtiyan soza bilindkirina têkoşînê da. Axaftinê Nart bi domdarî bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” qut bû.
Hevseroka Şirnexê Selbahattîn Denîz diyar kir ku ew di 30’emîn salvegera qetlîama ku sala 1992’an li Cizîrê dema dihat xwestin Newroz bê pîrozkirin pêk hat de bi ruhê berxwedanê Newrozê pêşwazî dikin û got, “Em yên di qetlîama Newroza hatî kirin de jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin.”
Hevşaredara Cizîrê ya peywira wê hatî desteserkirin Berîvan Kûtlû jî diyar kir ku gelê Botanê dixwaze deriyên girtîgehan were vekirin û bal kişande ser qeyyûmên hatine avêtin ser şaredariyan û vîna gel û got, “Em ê heya dawiya emrê xwe li rex gelê xwe bin. Em ê dest ji têkoşînê bernedin. Têkoşîna me heya bigihîje serketinê em ê li ber xwe bidin.”
Wekîlê HDP’ê ya Şirnexê Hasan Ozguneş jî diyar kir, “Newroza Cizîrê warê Mehmet Tûnç pîroz be” û got “Em ê deriyê Îmraliyê û deriyê hemû girtîgehan bişkînin. Dehaqên îro êrişê gelê Kurd dikin lê gelê Kurd, jinên Kurd û ciwanên wê li wir in. An azadî an azadî.”
Wekîla HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr jî anî ziman, “Newroz hebûna me ye, govenda azadiyê ye.”
Piştî axaftinan Dayikên Aştiyê bi dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” û tililiyan agirê Newrozê pêxistin.
Di pîrozbahiyê de Wekîlê HDP’ê Omer Ocalan tevlê bû û bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” hat pêşwazîkirin.
Ocalan newroz li gel pîroz kir û got ger Amed navend be Cizîre û Botan jî rihê wê ne. Em ji vir Newroza Amedê silav dikin.”
Piştî axaftina Ocalan ê HDP’yî wiha axaftina xwe domand, “Îro Tirkiye dibêje ku ew li Ukraynayê aştiyê dixwaze. Çima aştî ji Kurdan re nayê xwestin? Bi salan e şerekî dijwar tê meşandin, bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane. Ev şer tenê bi polîtîkaya aştiyê ya Birêz Ocalan dikare bi dawî bibe. Ziman, nasname û çanda gelê Kurd qebûl bikin. Tecrîdê rakin, deriyên Îmraliyê vekin. Em ê ne bi tifaqa komarê û ne jî tifaqa milet, emê bi siyaseta rêya sêyemîn a Ocalan bimeşin."
Omer Ocalan behsa êrîşa li Newroza Amedê jî kir û got, “Lê li wir êrîşeke qirêj heye. Em li vir şermezar dikin. Divê gelê Cizîra Botan tifaqa xwe ava bike û yekîtiya xwe ava bike. Cizîrê li vir gotina xwe got, teqez em ê bi ser bikevin. Rêya me rêya heqîqetê ye, rêya me vekirî be.”
Pîrozbahiya Newrozê bi performansa Hunermend Pinar Aydinlar berdewam kir.