Li Stenbolê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Kartalê

Li Stenbolê polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Kartalê û dest danî ser kovar û wêneyan. Gel li pêşiya avahiyê kom bû û serdegirtin protesto kir.

Polîsan danê nîvro bi ser avahiya Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Kartala Stenbolê de girtin. Hat hînbûn ku serdegirtina ku di çarçoveya lêpirsîneke tê birêvebirin de hatiye kirin, di kêliyeke ku hevserok û rêveber li avahiyê nebûne de hatiye kirin. Lêgerîna polîsan a di avahiyê de didome. 

Polîsan bi saetan nava avahiyê saxtî kirin û dest danîn ser wêneyên şehîdên azadî û demokrasiyê, wêneyên Denîz Gezmîş û Îbrahîm Kaypakkaya, kovarên Demokratîk Modernîte û Jineolojiyê.

Piştî serdegirtinê gel çû avahiyê û bi sloganan serdegirtin şermezar kirin. Hê jî dora avahiyê girtiye û gel li pêşiya avahiyê ye.

Wê hevserokê HDP’ê yên Stenbolê li avahiyê daxuyaniyê bidin.