ROJANE
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku çar sernavên bingehîn êdî nabe bêne taloqkirin û got, "Divê qanûna binyadî bê derxistin, sepana qeyûm bê bidawîkirin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin."
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.”
Li ser navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rêber Apo dixwaze xeyalên nîvcomayî yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser bingeha komara demokratîk bi yekîtiya azad tacîdar bike.
Remzî Kartal bi bîr xist ku ji 24'ê Gulanê ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, dibe ku ev astengî ji ber lihevnekirina li ser qanûna çarçoveyê be û got, "Qanûn eger bêyî nêrîna Rêber Apo û Tevgerê bê amadekirin, dibe ku pêvajoyê mirî jidayik bike."
Helbestvan Ahmet Tellî yê li Enqereyê koça dawî kir, bi merasîmekê ber bi Goristana Karşiyakayê hate oxirkirin ku lê bê veşartin. Di bîranînê de helbestên Tellî hate xwendin û qala wêje û têkoşîna wî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
Li Dusseldorf û Londonê çalakiyên ciwanan
Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, jinan pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re aştî" daliqandin. Li paytexta Îngilîstan Londonê jî endamên Ciwanên Azad, bi çalakiyekê Erdogan û AKP şermezar kirin.
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
-
Feleknas Ûca li Fînlandiyayê hin hevdîtin kir
Ûca ya HDP'yî li Fînlandiyayê hin hevdîtin kir. Ûca bi parlamenteran re rûnişt û êrîşên AKP/Qesrê xist rojevê. Parlamentera HDP'ê ji bo 'Kampanya Malbata Bira' jî daxwaza destekê kir.
-
KNK'ê qurbaniyên Tertelaya Dersimê bibîr anî
Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya 79. salvegera Qirkirina Dersimê, qurbanî bibîr anî û destnîşan kir, ku divê pêşeng û têkoşerên bizava neteweyî, ji bo hesab pirsîna ji dijmin bi biryar bin û têkoşînê sist nekin.
-
-
-
Li Lahrê civîna gel
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz di civîna gel a li bajarê Elmanya Lahrê de axivî û got, "Li hin bajarên mîna Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Geverê, bi rengekî ji salên 90'î wehşîtir mirov hatin qetilkirin."
-
-
Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Riexinger re rûnişt
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz bi Hevserokê Die Linke Bernd Riexinger re hevdîtinek kir. Di hevdîtinê de nûnerê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan û nûnerê Die Linke yê Baden Wurttembergê Bernhard Strasdeit jî amade bûn.
-
Paylan: Rastiyan bi zanabûn berovajî dikin
Paylan wiha got: “Îro, di çapemeniya alîgir de, nûçeyên mîna ku ‘Ez bûme sedema şer’ û ‘min provake kiriye’, dinivîsin û ji ber vê wekîlên HDP’yî rastî şideta fîzîkî hatine. Bi van nûçeyan rastiyan bi zanabûn berovajî dikin.”
-
Doza Bedrettîn Kavak li Hambûrgê destpê kir
Doza siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê 2002’yan li Elmanyayê bi tewanbarkirina “endamê rêxistina terorî ya li derwelat faal e” tê darizandin, li Dadgeha Bilind a Eyaleta Hambûrgê destpê kir.
-
Sosretiya fezlekaya Sariyildiz!
Fezlekeya Sariyildiz a ji bo "rakirina destnedanê" û îdiayên wekî "bi erebeya xwe çek dikişand" hatibû amadekirin, her çendî hat piştrastkirin ku bi maşineya xwe çek nekişandiye jî dîsa hat xwestin ku destnedana wî bê rakirin.
-