ROJANE
Hemû Nûçe
-
Wekîlên HDP’ê bertek nîşanî qedexeyên li Colemêrgê dan
Zeydan, Irmak û Botan ên HDP’yî, li hember “Qedexeya kolanan” a li Colemêrgê bertek nîşan dan, daxwaza rakirina dorpêçê kirin. -
Li Mêrdînê li hember wesayîta zirxî çalakiya sabotajê
Gerîlayên HPG/YJA Starê li ser rêya Midyad-Hezexê li hember wesayîta zirxî ya Kobrayê çalakiyek sabotajê li dar xistin. Di çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. -
ESP: Ji darbeyê re Na, ji Yuksek re azadî
ESP'ê binçavkirina Hevserokê DBP'ê Kamûran Yuksek weke dewama darbeya Qesrê bi nav kir û diyar kir, ew piştgiriyê didin Yuksek û DBP'ê. -
HDP: Divê NY derhal lêkolînan bike
HDP'ê destek da daxuyaniya duh a Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Cizîrê. HDP'ê ji NY xwest, biryara xwe bi cih bîne û got, "Divê destûr bê dayîn ku heyeta NY derhal lêkolînê bike." -
Operasyonên qirkirina siyasî: 18 binçavkirin, 9 girtî
Li Colêmerg, Îzmîr, Şirnex û Agiriyê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
Li Baxdayê êrîşa bombeyî: 30 kuştî 65 birîndar
Li herêma Sadr Cîty a paytexta Iraq Bexdayê, di encama êrîşeke bombeyî de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, 65 kes jî birîndar bûn. -
Artêşa Iraqê ji bo rizgarkirina herêma El Bexdadî dest bi operasyonê kir
Artêşa Iraqê ji bo rizgarkirina herêma Cezîre El Bexdadî ya li rojavayê eyaleta Enbarê ye, dest bi operasyonê kir. -
Bianet dest bi weşana kurdî kir
Tora Ragihandinê ya Serbixwe(Bianet) ku ji sala 2001'ê ve bi tirkî û îngilîzî weşana xwe dikir, kurdî jî li weşana xwe zêde kir. -
Ji DAIŞ'ê re xizmeta 'fîrarê'
Hat hînbûn, endamên DAIŞ'ê yên li Kocaeliyê girtî bûn, fîrar kirine. -
Sariyildiz: Konsepta şîdetê ya Erdogan hat hilweşandin
Sariyildiz: Weke tevgera siyasî me rûyê qetlîamker ê desthilatdariyê teşhîr kirin. Ji ber vê yekê êrîşî me dikin. -
Hunermendên Elman Erdogan protesto kirin
Li paytext Berlînê komek ji hunermendan, wêneyê Serokkomarê Tirk Erdogan ê bi nîşana leşkerî ya sor-spî û bi simbêle Hîtler, bi rêya projektorê li dîwarê Sefaretxaneya Bilind a Tirk xist û bi vî rengî Erdogan protesto kir. -
Hevsengiyên 'xerakirinê' yên şer - Nûrheq Erdal
Heleb ku veguheriye dilê siyaseta Rojhilata Navîn, bûye qadeke ku her şêwe lîstikên kirêt lê tên lîstin. -
NAV-DEM: Em bi xurtî tevlî rûniştina 12'ê Gulanê ya Çelîk bibin
NAV-DEM'ê, ji bo rûniştina 12'ê Gulanê ya darizandina serokê berê yê YEK-KOM'ê Çelîk, banga tevlîbûnê li hemû demokrat û parêzvanên mafên mirovan kir. -
HDK Ewropa: Di 16'ê Gulanê de em dakevin qadan
HDK Ewropayê, ji bo çalakiyên 16'ê Gulanê yên bi dirûşma "Dest nede vînag el û dest nede dengê min ê li Meclîsê" werin lidarxistin, banga tevlîbûnê kir. -
Li Creîlê aktivîteya bîranînê: Kurd çokan naşkîne!
Kurdistaniyan, di aktivîteya li Creîlê de kesên ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anîn. -
Rapora HRW: Leşkerên Tirk tevî qêrînên zarok û jinan jî gule li koçberan reşandin
Rêxistina Çavdêriya Mafê Mirovan (HRW), diyar kir ku dewlet Tirk bi mehan e êrîşî koçberên ku dixwazin sînorê Rojava derbas bikin dikin û di 2 mehên herî dawî de 1 jê zarok 5 koçber qetil kirine. -
Kampanya piştgiriyê ya bi alîkariya Demîrtaş û Ozen dewam dike
Kampanya piştgiriyê ya ji bo malbatên bûn mexdûrê terora dewleta Tirk a li Bakurê Kurdistanê, dewam dike. -
NY: Li Cizîrê mirov bi zindî hatin şewitandin!
Neteweyên Yekbûyî (NY) da xuyakirin, ku li gorî agahiyên gihaştine ber destê wan, li Cizîrê çeteyên AKP/Qesrê mirov bi awayekî zindî şewitandine û qetil kirine. NY xwest li cihê bûyerê lêkolînan bike. -
Zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 2 kes hatin girtin
Di operasyonên qirkirina siyasî de zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin, 2 kes jî hatin girtin. -
Li Kirşehîrê li dijî xwendakarên Kurd êrîşa nîjadperestî
Li Kirşehîrê, komeke nîjadperest bi kêran êrîşî 4 xwendekarên Kurd kir. -
Hewldana HDK Ewropa li Brukselê li hev civiya
Hewldana HDK Ewropa, civîna xwe ya duyemîn li paytext Brukselê pêk anî. Di civînê de biryara meşandina kampanyayan hat wergirtin. -
Qirkirina Dersîmê li Toronto hat şermezarkirin
Kurdên li Toronto dijîn, Qirkirina Dersîmê şermezar kirin û mirovên di vê qirkirinê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anîn. -
Li Gemlîkê bîranîna qurbaniyên Komkujiya Dersîmê û şehîdên meha Gulanê
Komeleya Dersîmiyên li Gemlîkê, li ser Komkujiya Dersîmê û Şehîdên meha Gulanê panelek lidar xist. Di panelê de şehîdên Komkujiya Dersîmê û meha Gulanê hatin bîranîn. -
Cangoriyên têkoşîna azadiyê li Lorîentê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Lorîentê, şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Di şexsê Ateş (Seyît Agir) ê di 11'ê Îlona 2013'an de jiyana xwe ji dest da 16 şervanên YPG/YPJ'ê hatin bîranîn. -
Li welatê baskê çalakiyên Hefteya Kurd
Li bajarê Gernîka-Lûma yê welatê Baskê, ku bajarê birayê Kobanê ye, di çarçoveya Hefteya Kurd de çalakî tên lidarxistin.