ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Wûppetalê civîna gel a ji bo kampanya malbata bira
Li bajarê Elmanya Wûppertalê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) bi beşdariya Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz civîneke gel lidar xist. -
Li Montrealê meşa ‘Ji Qirkirinan Re Na’
Li Montrealê ji aliyê gelên cuda ve meşa “Ji Qirkirinan Re Na” hate lidarxistin. -
Elmanyayê xelat da Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê
Akademîsyenên Ji Bo Aştiyê ji aliyê AKP/Qesrê ve li Tirkiyeyê hedef hate nîşandan, li Elmanyayê jî xelat standin. -
‘Oxir be hevalê Îsmaîl’
Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr piştî ji ber pençeşêrê 6’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke li Parîsê ve ji bo definkirinê ber bi warê wî hate şandin. -
Li Edene û Bedlîsê 2 girtin, 16 kes jî hatin binçavkirin
Li Edene û Bedlîsê 16 kes hatin binçavkirin, bav û kur hatin girtin. -
Hozan Mizgîn li Kolnê hat bîranîn
Kurdistaniyên li Kolnê dijîn, ji bo Hozan Mizgîn çalakiyeke bîranînê lidar xistin. -
Ciwan xwe ji bo festîvala li Dortmûndê amade dikin
Li Dortmûndê wê bi dirûşma "Ruhê ciwantiyê ruhê xweseriyê ye, ruhê xweseriyê jî azadiya Rêber Apo ye" festîval tê lidarxistin. -
Erdogan li New Yorkê hat protestokirin
Hewldana tasfiyekirina HDP'ê û Erdogan li New Yorkê hatin şermezarkirin. -
Mizgefta Ehmedê Xanî kongreya xwe pek anî
Mizgefta Ehmedê Xanî ya li bajarê Elmanya Wûppertalê, kongreya xwe pêk anî. -
Beştaş: Serketin wê ya berxwedêran be
Parlamentera HDP'ê Meral Daniş Beştaş diyar kir, rakirina destnedana parlamenterên HDP'yî û tasfiyekirina Serokwezîr Davûtoglû parçeyên heman planê ne. -
Şêx Seîd li Marsîlyayê hat bîranîn
Li bajarê Fransa Marsîlyayê ji lîderên Kurdan Şêx Seîd ji aliyê mizgefta Şêx Seîd ve hat bîranîn. -
Li Ottensheîmê pîknîka ji bo piştgiriya Sûr, Cizîr û Nisêbînê
Li bajarê Ottensheîm ê Awûstûryayê, ji bo destekdayîna Sûr, Cizîr û Nisêbînê pîknîkek hat lidarxistin. -
Kongreyên NCDK dewam dikin
Li bajarên Elmanya Nîenbûrg, Bremen, Maînz û Frankfûrtê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) kongreyên xwe lidar xistin. -
Li Stûttgart, Essen û Grazê bîranîna şehîdan
Li bajarê Elmanya Stûttgartê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li Essen û bajarê Awûstûrya Grazê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin. -
MPKE wê li Kurdistan û Tirkiyeyê lêkolînan bike
Heyetek ji Konseya Ewropayê, ji bo rêveçûna saziyên demokratîk ên li Tirkiyeyê lêkolîn bike, diçe Tirkiyeyê. Heyet wê îro dest bi hevdîtinan bike û heta 12'ê Gulanê li Tirkiyeyê be. -
Çeteyên Qesrê li Edeneyê ciwanek birîndar kirin
Li Edeneyê di encama êrîşa çeteyên Qesrê a li dijî çalakiya “Dest nede vîna min” de ciwanek ji çengê xwe birîndar bû. Berxwedan li bajêr belav bû, helîkopter li ser taxan nizm difirin. -
Partiya Çep a Swêdê ji bo PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin wê xebatan bimeşîne
Kongreya Partiya Çep li bajarê Orebro yê Swêdê kom bû, piştî nîqaşan biryar girt ku ji bo PKK’e ji lîsteya terorê bê derxistin xebat bêne meşandin. -
Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya li Freîbûrgê kongreya xwe li dar xist
Mizgefta Selahaddîn Eyyûbî ya li bajarê Freîbûrg ê Elmanyayê, 2. Kongreya xwe ya Asayî li dar xist. -
Li Parîsê çalakiya xwedîderketina berxwedana Teroyan
Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya xwedîderketina li berxwedana Teroyan hat lidarxistin. -
TŞYG: Çalakiya li Gîresûnê ji aliyê milîtanên me ve hatiye kirin
TŞYG'ê diyar kir, li bajarokê Çaldag ê Gîresûnê milîtanên wan li dijî qereqola jendermeryan çalakiyek pêk anîne û di encamê de 3 jenderme û fermandarê qereqolê hatine kuştin. -
Firat: Dixwazin HDP'ê di binê bendê de bihêlin û hilbijartina pêşwext pêk bînin
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat diyar kir, AKP/Qesr hewl dide HDP'ê di binê bendê de bihêle û hilbijartina pêşwext pêk bîne. Firat got, "Erdogan wê qîma xwe bi serokatiyê nîne, dibe ku xîlafetê bîne rojevê." -
Şehîdên Helebê li Bonnê hatin bîranîn
Welat Efrîn (Mesût Reşît) û neh hevalên wî yên li Helebê jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Elmanya Bonnê hatin bîranîn. -
Bi rêk û pêk îşkence li girtiyan tê kirin
Zext û zordariya li girtiyên siyasî yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê tê kirin, roj bi roj zêde dibin. -
Boksorê Kurd Ozen di sikleta navîn de bû şampiyonê parzemînan
Di têkoşîna ji bo şampiyona sikleta navîn a parzemînan de Boksorê Kurd Îsmaîl Ozen hevrikê xwe têk bir û bû şampiyon. -
Liv û tevgera di emrê zarokatiyê de, rîska tansiyonê kêm dike
Tansiyona bilind, ku ji ber qelewî, kişandina cixarê, vexwarina alkolê, xerabûna hevsengiya hormonî yan jî nexweşiyên gurçikê rû dide, tê gotin bi jiyaneke bi tevger a di emrê zarokatiyê de, dikare pêşî lê bê girtin.