Li Stûttgart, Essen û Grazê bîranîna şehîdan
Li bajarê Elmanya Stûttgartê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li Essen û bajarê Awûstûrya Grazê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li Essen û bajarê Awûstûrya Grazê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Stûttgartê şehîdên meha Gulanê hatin bîranîn. Li Essen û bajarê Awûstûrya Grazê jî merasîmên bîranînê hatin lidarxistin.
STÛTTGART
Plaftorma Yekîtiya Hêzê ya Demokratîk a Sûttgartê, ji bo bîranîna şehîdên meha Gulanê yên şoreşa Kurdistan û Tirkiyeyê panelek lidar xist. Di panelê de ji Denîz Gezmîş heta Îbrahîm Kaypakkaya, ji Hakî Karer heta Çaran, ji Mazlûm Dogan heta Mahîr Çayan şehîdên têkoşîna sosyalîzm, şoreş û azadiyê hatin bîranîn.
Di panela li Navenda Çandê ya Arena de li ser navê NAV-DEM'ê Jînda Denîz, li ser navê Partîzan jî Mûstafa Demîrkaya axivîn.
Komîteya Malbatên Şehîdan (KOMAW) jî gul dan dayikên xizmên şehîdan ên li salonê û dayik li ser şehîdan axivîn.
Di axaftinên li panelê de hat got, "Yekane rêya dilsoziya bi xeyal û armancên Mehmet Tûnçan, Yelîz Erbayan, Îbrahîm, Mazlûm, Denîz û Mahîran, mezinkirina têkoşîna sosyalîzm û azadiyê û xurtkirina şoreşgeriyê ye."
ESSEN
Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Essenê, gerîlayên bi anvê Ozgur Yildirim, Yûnûs Elîş, Dijwar û Huseyîn ên roja 18'ê Nîsanê di êrîşa hewayî ya balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan, hatin bîranîn.
Di merasîma bîranînê ya bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir de li ser navê saziya malbatên şehîdan û NAV-DEM'ê Mehmet Sûrûçlû peyivî. Piştî axaftinê sînevîzyon hat nîşandan û xwarina xêrê hat belavkirin.
GRAZ
Li bajarê Awûstûrya Grazê, malbata şervanê YPG'ê Seyîd Ateş (Seyîd Agir) ê di sala 2013'an de jiyaan xwe ji dest da û hefteya derbasbûyî ji aliyê YPG'ê ve hat eşkerekirin, serdanên sersaxiyê qebûl kir.
Di axaftinên li vir de hat ragihandin, ku têkoşîna şehîdan wê li erdê nemîne û heta azadbûna gelê kurd wê bidome.
Merasîma bîranînê piştî xwendina duayan û belavkirina xwarina xêrê qediya.