ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Marsîlyayê çalakiya standê ya TEV-ÇAND'ê
Meclîsa TEV-ÇAND'ê ya Marsîlyayê, ji bo balê bikişîne ser tecrîda şidandî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dest bi çalakiya standê kir. -
Ji polîsan parastina bi rengekî sosret: Îstixabarata bombeya zindî ji me re nehat
Di çarçoveya lêpirsîna li ser komkujiya Enqereyê de, şefên polîsan ên li pêşberî mufetîşên Wezarta Karên Hundir xwe parastin e, îdîa kirin ku ti îstîxbarat negihaştine ber destê wan. -
Ji rêveberên dewletê îstîsmara zayendî
Skandala destdirêjiyê ya li Bedlîsê ji aliyê dildarên Weqfa Ensalê ve hat kirin, mezin dibe. Tê gotin, di nava kesên dest dirêj kirine de wezîfedarên dewletê jî hene. -
Rêya Dersîm-Pîlemûrî hate girtin
Li Dersîmê piştî kontrola rê ya gerîlayên HPG’ê, rêya Dersîm-Pîlemûrî li trafîkê hate girtin. -
Yên hewl dan ji Îzmîrê biçin Teroyan hatin astengkirin
Otobusa nûnerên Elewî yên ji bo pişgiriya berxwedana Teroyan ji Îzmîrê derket rê, hate girêdan. -
Hejmara kesên li Antalyayê hatin binçavkirin gihişt 8’an
Li Antalyayê jî operasyonên qirkirina siyasî didome. Li bajarê ku danê sibehê 4 kes hatibûn binçavkirin, danê êvarî 4 kesên din jî hatin binçavkirin. -
HDP: Em ê berdêlan bidin, lê em ê serî netewînin!
HDP'ê girtina Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek weke encama 'polîtîkaya şikandinê' bi nav kir û got, "Em ê berdêlan bidin, lê em ê serî netewînin." -
Li Grazê, Erdogan hat şermerzarkirin
Li Grazê faşîzma AKP/Qesrê hat şermerzarkirin. Di çalakiyê de ji bo piştevaniya gelê Kurd bang hat kirin. -
Girtiyê nexweş di greva birçîbûnê de ye
Girtiyê siyasî yê nexweş ê bi navê Mehmet Şerîf Oner ê li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 2 ya Îzmirê tê ragirtin, ev 10 roj in di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. -
Li Tirkiyeyê peymana derman û emeliyatê ya bi DAIŞ'ê re!
Têkiliya navbera Tirkiye û DAIŞ'ê êdî nema dikare bê nixumandin. Belgeyeke bi mora 'veşartî' nîşan dide ku ev têkilî digihêje heta karsaz û doktorên Tirk. Karsazan bi çeteyan de peymana dermanan mor kirin, doktoran jî karê tedawiyê girtin ser xwe. -
Li Somayê di 2. salvegerê de lêgerîna edaletê didome
Li Somayê ji ser qetlîama madenê ya ku 301 karker hatibûn kuştin, 2 sal bihurîn. -
Şoreşgerên ji aliyê Îranê ve hatin îdamkirin li Brukselê hatin bîranîn
Li paytexta Belçîka Brukselê, polîtîkayên îdamê yên rejîma Tehranê hatin şermezarkirin û şoreşgerên Kurd ên ji aliyê Îranê ve hatin darvekirin, hatin bîranîn. -
Çawîşekî pispor ê li Nisêbînê birîndar bibû li GATA’yê mir
Çawîşekî pispor ê li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê birîndar bibû, li Akademiya Tipa Leşkerî ya Gulhane ya li Enqereyê mir. -
Li Mêrsînê di serdegirtina komeleya xwendekaran de 2 kes hatin binçavkirin
Polîsan bi ser Komeleya Xwendekarên Welatparêz û Demokratîk a Zanîngeha Mêrsînê de girtin, 2 xwendekar binçav kirin. -
Di doza DYG’ê de ji bo 43 kesan 345 sal ceza
Di doza der barê 71 endamên DYG’ê yên ku bi îdîaya “Endamên rêxistinê ne” û “Madeyên teqemenî li gel hatine dîtin” de biryar hat dayîn. Ji 43 kesan re bi giştî 345 sal û 6 meh cezayê girtigehê hat dayîn, 28 kes jî hatin berdan. -
Li Stenbolê nêzî qada leşkerî teqîn
Li Sancaktepe ya Stenbolê li nêzî qada leşkerî di wesayîtekê de teqîn pêk hat. Gelek ambûlans sewqî cihê bûyerê hatin kirin. -
Binçavkirina Yuksek li çar bajaran hat protestokirin
Binçavkirina Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek li bajarên cuda hate protestokirin. -
DYA: Yên 'alîkarî' ji Tirkiyeyê birin Sûriyeyê karên ne li rê kirin
Ajansa Pêşvebirinê ya Navneteweyî ya DYA da xuyakirin, ku pereyê ji bo birina 'alîkariyê' ji Tirkiyeyê ber bi Sûriyeyê ve tên bikaranîn, hatiye rawestadin. -
Nasname û dîmenê polîsê li Sûrê klîba nîjadperestî kişand
Li gorî agahiyên ANF'ê peyda kir, klîba ji gotinên nîjadperestî ya bi muzîka rapê çêkirin, ji aliyê polîsê bi navê Mehmet Azîmlî ve hatiye amadekirin. -
'AKP wê nikaribe bireve; lêkolîna NY a li Cizîrê dikare bigihêje Laheyê'
Hiqûqnas Selçûk Kozagaçli, Eren Keskîn, Ergîn Cînmen, Banû Guveren û Erdal Dogan daxuyaniya "Li Cizîrê mirov hatin şewitandin" a Neteweyên Yekbûyî ji ANF'ê re nirxandin. -
Şahida Pirsûsê Aksakal: Çûyîna Pirsûsê tiştekî rast bû, ez jî çûm
Ji şahidên komkujiya Pirsûsê ku 33 şoreşger lê hatin qetilkirin Ereb a Elewî Sebahat Aksakal got, "Qet nehatibû bîra min wê ew şer li vî alî bê serê me. Em qet nefikirîn, ku di destê me de gul, em ê bi vî rengî bimirin." -
Polîsên Ûlmê ji ber Erdogan zextê li Kurdistaniyan û şoreşgeran dikin
Li bajarê Elmanya Ûlmê, têkildarî meş û mîtîngên ji bo destekkirina berxwedanên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê û şermezarkirina komkujiyan, doz tên vekirin. -
Dogan: Divê Elewî hemû destekê bidin berxwedana Terolarê
Parlamenterê HDP'ê Muslum Dogan diyar kir, ew ê tevî 12 saziyên Elewiyan di dawiya vê hefteyê de ji bo destekkirina berxwedana Terolarê biçin Mereşê û bang li hemû Elewiyan kir, ku destekê bidin vê berxwedanê. -
Hezer li Strasboûrgê tevlî civîna gel bû
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer li bajarê Fransa Strasboûrgê tevlî civîna gel bû û pêvajoya dawî nirxand. -
'Divê Partiya Çep a Swêdê ji aliyê partiyên din jî bê şopandin'
Hevseroka Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Swêdê Ayşe Goktepe got hêvîdar e ku partiyên din jî Partiya Çep a di kongreya xwe de ji bo PKK ji lîsteya terorê bê derxistin biryara hewldanan dabû, bişopînin.