Ji rêveberên dewletê îstîsmara zayendî

Skandala destdirêjiyê ya li Bedlîsê ji aliyê dildarên Weqfa Ensalê ve hat kirin, mezin dibe. Tê gotin, di nava kesên dest dirêj kirine de wezîfedarên dewletê jî hene.

Piştî skandala îstîsmara zayendî ya li malên Weqfa Ensar a li Karamanê li dijî zarokan hat kirin, hat îdîakirin ku mamosteyên çanda olî ya dildarên Weqfa Ensar a li Bedlîsê, bi şantajê dest avêtine jinên li malên Weqfa Ensar man e. Navê rêveberên AKP'ê yên bajêr û Midûrê Perwerdeya Milî ya Bajêr jî di nava tecawizkaran de derbas dibe.

Ji navên girîng ên Weqfa Ensarê ya Bedlîsê O.S. û M.O., ku herduyan ji meletiyê îstifa kirin û li Midûriyeta Perwerdeya Milî weke mamosteyên Çanda Olî hatin bicihkirin, li hin malên Weqfa Ensarê bi şantajê dest avêtin 9 jinan. Ji ber zexta li wan hat kirin, gelek jinan gilî nekirin. Lê ji van jinan 2 jin çûn Qereqola Hersan a Bedlîsê, jinek jî çû Qereqola Mûstafa Yeter û gotin, bi zorê dest avêtine wan. Herdu tecawizkar dildarê Weqfa Ensar in. Ji van M.O. ê navê wî tevlî bûyera destavêtinê bû, 7 salan meletî kir û wextekê li Dibistana Navîn a Fatîh a Bedlîsê Mamostetiya Çanda Olî kir. M.O. hînê li Dibistana Navîn a Selahaddîn Eyyûbî ya Tatwanê dixebite. Ev şexs bi bicihkirina karmend û xwendekarên nû li Weqfa Ensar hat wezîfedarkirin. M.O. piştî demekê bi hin hincetan di ser weqfê re jin derbasî malên bi xwe kirê kirî kir û bi rêya dîmenên têkiliya bi jinan şantaj li wan xwarin û bi vî rengî zor da jinan ku pê re û bi kesên din re bikevin nava têkiliya zayendî. Ji jinên M.O. şantaj lê kir û ew mexdûr kir P.K. a 25 salî rewş vegot û bi vegotinên wê ve skandal derket holê. P.K. piştî ku li Dibistana Navîn a Fatîhê ya Bedlîsê hat wezîfedarkirin, M.O. nas kir û piştî wextekê li ser pêşniyar û daxwaza M.O. li yek ji malên Weqfa Ensar ma. Ji vê kêliyê û pê ve jiyana vê jina ciwan guherî û bi şantajeke gelekî mezin ket nava çirava destavêtinê. P.K. piştî demekê bihîst ku M.O. dîmenê têkiliya zayendî ya pê re kişandiye û bi vî rengî jiyan lê herimî.

P.K. ji ber şantajên M.O. neçar ma bar bike daîreya ji aliyê M.O. ve hat kirê kirin û li gorî îdîayan zor lê hat kirin ku bi gelek kesan re bikeve nava têkiliya zayendî. Li aliyê din tê gotin, M.O. gelek jinên weke P.K. xapand, neçar hişt li Bedlîsê bi gelek kesên naskirî bikevin nava têkiliya zayendî. Gelek kesên ji Rêxistina AKP'ê ya Bedlîsê, wezîfedarên Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr û gelek burokratên hatin serdana Bedlîsê jî di nava vê de cih digirin.

Tevî ku têkildarî mijara gelek gilî li Walîtî, Midûriyeta Perwedeya Milî û hêzên ewlekariyê hatin kirin jî, ev hemû gilî hatin nixumandin.