ROJANE
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku çar sernavên bingehîn êdî nabe bêne taloqkirin û got, "Divê qanûna binyadî bê derxistin, sepana qeyûm bê bidawîkirin, pêşî li siyaseta demokratîk bê vekirin û mercên Abdullah Ocalan bên sererastkirin."
Endama Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê Hêlîn Umît destnîşan kir ku desthilatdarî hewl dide pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ji demê re bihêle û got, “Divê her kes baş bizane ku di pêvajoyê de her tişt di rê de nîne.”
Li ser navê girtiyên Apoyî Denîz Kaya daxuyanî da û diyar kir ku Rêber Apo dixwaze xeyalên nîvcomayî yên Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê li ser bingeha komara demokratîk bi yekîtiya azad tacîdar bike.
Remzî Kartal bi bîr xist ku ji 24'ê Gulanê ve hevdîtin bi Rêber Apo re nayê kirin, dibe ku ev astengî ji ber lihevnekirina li ser qanûna çarçoveyê be û got, "Qanûn eger bêyî nêrîna Rêber Apo û Tevgerê bê amadekirin, dibe ku pêvajoyê mirî jidayik bike."
Helbestvan Ahmet Tellî yê li Enqereyê koça dawî kir, bi merasîmekê ber bi Goristana Karşiyakayê hate oxirkirin ku lê bê veşartin. Di bîranînê de helbestên Tellî hate xwendin û qala wêje û têkoşîna wî hate kirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
Kalkan: Ti tişt wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke!
Kalkan rakirina destnedanê nirxand û got, "Eger tu zexteke ewçend dijwar bike, wê Kurd ji xwe re li çareyekê bigerin. Kurd wê li ber xwe bide û AKP'ê hilweşîne. Ne teror, ne libergerîn û ne jî qirkirin wê AKP'ê ji têkçûnê rizgar neke."
-
CRA: Em ê rastiyan her tim ronî bikin
Cemiyeta Rojnamevanên Azad (CRA) bi minasebeta 3'ê Gulanê Roja Azadiya Rojnamegerên Cîhanê daxuyaniyek weşand û peyama "Em ê rastiyan biparêzin û her tim ronî bikin" da.
-
-
-
-
-
-
Gefa kuştinê li girtiyan tê xwarin!
Xizmên girtiyan dan xuyakirin ku li girtîgeha bi tîpa F ya Kirklareliyê zext, îşkence û şîdet tên kirin û diyar kirin, zext û şîdet di dema dawî de zêde bûne.
-
-
HDP’e rewşê dinirxîne
HDP’iyên civîna “Komîsyona Destûra Bingehîn” a hevdîtinên derbeyê terikandin, rewşê dinirxînin.
-
HDP’ê Komîsyon terikand
HDP’ê, Komîsyona Destûra Bingehîn a di bin navê rakirina destlênedanan de derbe tê guftigokirin û rê ji êrîşên AKP’ê re vedike, terikand.
-
Pirsgirêkên Kurdên Feylî li Parlamentoya Ewropa ne
Li PE konferansek li ser pirsgirêkên Kurdên Feylî hate lidarxistin. Di konferansa ku hin daxwaz tê de hebûn de banga li YE û saziyên navneteweyî hate kirin ku qetlîam û qirkirinên li ser Kurdên Feylî nas bikin.
-
-
-
-
-
Îdris Baluken rakirin nexweşxaneyê
Wekîlên AKP'ê êrîşê HDP'iyan kirin. Serokwekîlê Koma HDP'ê Îdris Baluken ê ku ji hêla AKP'iyan ve hedef hat girtin, rakirin nexweşxaneyê.
-
-
-
-
Li Kanada û Îtalyayê meşên 1'ê Gulanê
Di meşên 1'ê Gulanê yên li Kanada û Îtalyayê de gelek Kurdistanî amade bûn. Di çalakiyan de Yekîtiya Ewropa (YE) û dewleta Tirk hatin şermezarkirin û berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin.
-
-