ROJANE
Hemû Nûçe
-
Bi hinceta çalakiya li Bûrsayê 6 kes hatin girtin
Piştî çalakiya li Bûrsayê 6 kes hatin girtin. Li Colemêrgê jî kesek hat binçavkirin. -
Di kongreya NCDK a Sûssexê de banga xwedîderketina li berxwedanê hat kirin
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Sûssexê, kongreya xwe ya asayî lidar xist. Di kongreyê de banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat kirin. -
Dengîr Mîr Firat kesê li şûna Davûtoglû bê bicihkirin eşkere kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, rewşa dawî ya nava AKP'ê ji ANF'ê re nirxand. -
HDK: Di 7'ê Gulanê de em li Terolar bin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ji bo piştgirî ji civaka Elewî re bê dayîn banga kombûna li Terolarê kir. -
Cîbûrî: Ya reform ya jî kaos
Serokê parlamentea Iraqê Selîmm Cibûrî, ji ber krîza siyasî ya li welêt hikûmeta Abadî sûcdar kir, ku di dema xwe de 'reform' bi cih naniye. -
Li Stenbolê 7 wesayît hatin şewitandin
Li Kagithane ya Stenbolê, 7 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Li sê bajaran merasîmên ji bo bîranîna şehîdan
Li bajarê Rheîneyê şehîdên meha Gulanê, li bajarê Hambûrgê Yekta Atli yê li Nisêbînê ji aliyê çeteyên Qesrê ve hat qetilkirin û li Bîelê jî Ferhat Balcan (Savaş) ê di berxwedana xwerêveberiyê ya li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, hatin bîranîn. -
Li Montpellîer, Dragûîgnan û Meschede kongre hatin lidarxistin
Li bajarên Fransa Montpellîer, Dragûîgnan û li bajarê Elmanya Meschedeyê Meclîsa Gel û Navenda Civaka Demokratîk kongreyên xwe lidar xistin. -
Kurdên li Ewropayê di meşên 1’ê Gulanê de cihê xwe girtin
Kurdistaniyên li Ewropa, li gelek navendan tevlî meş û pîrozbahiyên 1’ê Gulanê bûn. -
Li Swîsreyê peykerê Erdogan hate şewitandin
Li Swîsreyê di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de peykerekî Serokkomarê Tirk Erdogan hate şewitandin. -
Çalakiya li Bûrsayê TAK’ê girt ser xwe
Çalakiya 28’ê Nîsanê li Bûrsayê TAK’ê girt ser xwe. TAK’ê daxuyaniyek nivîskî weşand, da xuyakirin ku çalakî ji aliyê endama wan Eser Çali ya bi nasnav Asya Glîdag hatiye lidarxistin. -
Li Edene, Hatay û Entalyayê bi hezaran kesî 1’ê Gulanê pîroz kir
Bi hezaran kedkarên ku li Edene, Entalya û Hatayê daketin qadan, bi dirûşmeyên “Bijî 1’ê Gulanê” daxwazên xwe qîr kirin. -
Li herêma Marmarayê kedkar daketin qadan
Kedkar li Edîrne, Kocaelî, Tekîrdag û Çanakkaleyê daketin qadan, 1’ê Gulanê bi coş pîroz kirin. -
Nahêlin parêzer ên hatine binçavkirin bibînin
Dozgerê terorê Mûrat Çaglar ê lêpirsîna 1’ê Gulanê dişopîne, ferman daye ku rê nedin parezer bi berxwerên hatine binçavkirin re hevûdu bibînin. Bi dehan kes di otobusên li hewşa Şaxa ewlekariyê de bi kelepçekirî têne ragirtin. -
Li Iraqê piştî civîna rayedarên payebilind, daxuyaniyek hevpar hat dayîn
Fûat Mahsûm, Heder El Ebadî û Selîm Cibûrî piştî civînê daxuyaniyeke hevpar dan. -
Li Romayê hevpeymana YE û Tirkiyeyê hat protestokirin
Li paytexta Îtalya Romayê, hevpeymana Tirkiye û Yekîtiya Ewropa (YE) ya têkildarî koçberan îmze kiribûn, hate protestokirin. -
Bi hezaran karker û kedkar ji bo 1’ê Gulanê li qadan bûn
Li Colemrêg, Dêrsim, Çewlik, Meletî, Elezîz, Sêrt, Semsûr û Mêrdînê bi hezaran kes karker û kedkar kombûn, 1’ê Gulanê pîroz kirin. -
Polîsan nûçegîhana Ozgur Gundemê Ozkaya birîndar kirin
Li Okmeydani di navbera ciwanên ku xwestin biçin Taksîmê û polîsan de pevçûn derketin. Di pevçûnan de nûçegîhana Ozgur Gundemê Bûrcû Ozkaya hat birîndarkirin. -
Li bajarê Semave yê Iraqê 2 êrîş: Herî kêm 20 kes hatine kuştin
Li navenda bajarê Semave yê dikeve başûrêrojhilatê Iraqê 2 wesayîtên bombebarkirî hemwext teqiyan. Di êrîşê de herî kêm 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, bi dehan kes jî birîndar in. -
‘Em ê li hember faşîzma AKP’ê stûyê xwe xwar nekin’
Bi sed hezaran kesên ku ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê li Qada Bazara Gel a Bakirkoy kom bûn, hat diyarkirin ku li hember faşîzma AKP’ê stûyê xwe xwar nakin û wê têkoşînê bilind bikin. -
4 gerîlayên HPG'ê li Parîsê hatin bîranîn
4 gerîlayên HPG'ê yên di êrîşa hewayî ya artêşa Tirk a li hemberî qadên gerîla de jiyana xwe ji dest dan, li Parîsê hatin bîranîn. -
Bi sed hezaran kes li Bakirkoyê 1'ê Gulanê pîroz dikin
Li Stenbolê, bi sed hezaran kes ji du baskan ve herikîn qada Bazara Gel a Bakirkoyê. Qada tijî bûye dengê dirûşmên "Berxwedan wê bi ser keve", "Em ê zincîrên koledariyê biqetînin" jê tê. -
Bi deh hezaran kes li Enqereyê li hev civiyan
Li Enqereyê, ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi deh hezaran kesî Meydana Kolejê dagirtin. Di çalakiyê de li dijî polîtîkayên şer ên AKP'ê pankart hatin vekirin û dirûşme hatin qîrîn. -
52 kesên xwestin xwe bigihîne Taksîmê hatin binçavkirin
Li Stenbolê di çalakiyên ji bo 1'ê Gulanê de 52 kes hatin binçavkirin. -
Polîsan êrîşî korteja HDP'ê ya li Bakirkoyê kirin
Korteja HDP'ê ya ji bo pîrozbahiyên 1'ê Gulanê xwe gihand meydana Bakirkoyê, bû hedefa êrîşa polîsan. Ji ber vê êrîşê kesek bi giranî birîndar bû.