ROJANE
Hemû Nûçe
-
1'ê Gulanê li Stenbolê destpê kir
Li ser banga DÎSK, KESK, TMMOB û TTB, kedkar û karker ji bo "1'ê Gulanê ya yekbûyî û girseyî" li Bazara Gel a Bakirkoyê li hev civiyan. -
Kurd tevlî pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li Sydneyê bûn
Di pîrozbahiyên 1'ê Gulanê yên li bajarê Awûstralya Sydneyê de Kurd jî amade bûn. Di çalakiyê de pankartên li ser terora dewleta Tirk a li Kurdistanê hatin vekirin. -
Li Bexdayê civîna awarte
Li Iraqê krîza siyasî giran dibe. Piştî xwepêşandanên duh ên li Bexdayê Serokkomar Fûad Mahsûm banga civîna awarte li Serokwezîr Ebadî û Serokê Parlamentê Cibûrî kir. -
Taksîm ji aliyê polîsan ve hatiye dorpêçkirin
Li Stenbolê, derdora meydana Taksîmê û kolana Îstîklalê ji ber pîrozbahiyên 1'ê Gulanê bi bendên polîsan hatine girtin. -
Ji MOP'ê daxuyaniya 1'ê Gulanê
Di daxuyaniya MOP'ê ya li ser 1'ê Gulanê de hat gotin, "Rabûna li hember Erodgan û hikûmeta AKP'ê ku temsîla zîhniyeta faşîst a Îslamî ye, yek ji wezîfeyên herî bi rûmet ên dîrokê ye." -
NCDK a Hannoverê kongreya xwe pêk anî
Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a li bajarê Elmanya Hannoverê, kongreya xwe pêk anî. -
Şervanê YPG'ê Şêxo li Kasselê hat bîranîn
Li bajarê Elmanya Kasselê, şervanê YPG'ê Nûbar Eshet Şêxo yê roja 21'ê Nîsanê di şerê li Qamişlo yê li dijî hêzên rejîmê de jiyana xwe ji dest da, hat bîranîn. -
Li Parîsê şeva piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîkayê
Parlamenterê HDP'ê Îdrîs Balûken di şeva piştgiriya Yenî Ozgur Polîtîka ya li Parîsê de axivî û işaret bi rola girîng a çapemeniya azad di têkoşîna azadiyê ya Kurd de kir. -
'Em ê li dijî pergala kedxwariyê serî rakin'
Serokê Giştî yê DÎSK'ê Kanî Beko û Hevserokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen dan xuyakirin, ku wan dest ji daxwaza xwe ya Taksîmê bernedane û destnîşan kirin, ku ew ê sala bê pîrozbahiyan li Taksîmê pêk bînin. -
Li Leverkûsenê Kongreya Dergaha Elewiyan hate lidarxistin
Li bajarê Leverkûsen ê Elmanyayê Navenda Çandê ya Elewiyan a girêdayî FEDA’yê bi beşdarbûna 50 delegeyan kongreya xwe li dar xist. -
Li Dortmûndê bîranîna şehîdan
Li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê gerîlayên HPG’ê Tahîr Ekîncî (Dawût), Bedretîn Işik (Hebûn Azad), Serdar Kayaardi (Fûat) hatin bibîranîn. -
Serokê PE: Tirkiye ji milê leşkerî nikare Kurdan têk bibe
Serokê Parlamentoya Ewropayê Martîn Schûlz rexneyên tund li polîtîkayên Tirkiye û Erdogan kirin. Schûlz, destnîşan kir ku Tirkiye di şerê leşkerî yê bi Kurdan re nikare bi ser bixe. -
Ji Xizmên Windahiyan daxwaza edaletê
Lêgerîna edaletê ya parêzvanên mafê mirovan û malbatên xizmên wan ji aliyê deweltê ve hatin windakirin û qetilkirin, didomin. -
Endamên Ciwanên Azad û YXK’ê li hember tecrîdê çalakiya kon didomînin
Li Qada Schloß a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ciwanên Kurd çalakiya xwe ya kon ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh dabûn destpêkirin, didomînin. -
Komên çete li Dîlokê li hev civiyan
Hat ragihandin, komên çete yên qaşo Koalîsyona Sûriyeyê û ENKS'ê îro li Dîlokê civîneke awarte pêk anîne. Di civîna ku rayedarên MÎT û Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk jî lê amade bûn, li ser êrîşên gengaz ên li dijî Rojava tê rawestîn. -
AKP û dewleta Elman li Mannheîmê hatin şermezarkirin
Li bajarê Mannheîmê, girtinên li Elmanya û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin. -
Li Soçî civîna ji bo xwedîderketina li Bakurê Kurdistanê
Li bajarê Soçî yê Rûsyayê, êrîşên AKP/Qesrê hatin şermezarkirin û piştgirî ji berxwedanê re hat dayîn. -
Li Bexdayê êrîşa bombeyî: 21 mirî, 42 birîndar
Di êrîşa bi wesayîta bombebarkirî ya li paytexta Iraq Bexdayê hat lidarxistin de herî kêm 21 kesan jiyana xwe ji dest dan, 42 kes jî birîndar bûn. -
Prof. Onder: Konsepta şer wê aboriya kedkaran têk bibe
Profesorê Aboriyê Îzzettîn Onder, bandora êrîşên qirkirinê yên AKP/Qesrê li ser aboriya gel, ji ANF'ê re nirxand. -
Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV hat binçavkirin
Midûrê Nûçeyan ê ÎMC TV Hamza Aktan, di serdegirtina polîsan de li mala xwe hat binçavkirin. -
Bi pêşengiya Partiya Piraten li Berlînê Erdogan hat şermezarkirin
Li paytext Berlînê, bi pêşengiya Partiya Piraten, êrîşên AKP/Qesrê yên li dijî gelê Kurd hatin şermezarkirin. -
TŞYG: Em refên 1'ê Gulanê geş bikin, têkoşînê mezin bikin
Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) bi wesîleya 1'ê Gulanê ev bang kir: "Li dijî emperyalîzm, mêtîngerî, faşîzm, nîjadperestî û qirkirinê em di 1'ê Gulanê de refên xwe geş bikin, qadan dagirin." -
Li Stenbolê 6 wesayît hatin şewitandin
Li navçeya Stenbol Fatîhê duh bi şev 6 wesayît hatin şewitandin. -
Ciwanên Kurd ên buroya ZDF dagir kirin, çapemenî rexne kir
Ciwanên Kurd ên buroya ZDF a li paytexta Elmanya Berlînê dagir kirin, rexne li çapemeniyê girtin uk bi têrkerî cih nade girtin û komkujiyên li Kurdistanê. -
KNK'ê 1'ê Gulanê pîroz kir û banga daketina qadan kir
Konseya Rêveber a KNK'ê bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê di nava têkoşîna azadî û rizgariyê ya gelê Kurd de û bang li gelê Kurd kir ku bi ruhê têkoşerî û berxwedanê dakeve qadan.