ROJANE
Hemû Nûçe
-
Mijara destnedanê sibe dikeve rojeva meclîsê
Pêşniyara AKP'ê ya li ser rakirina mafê destnedanê, wê sibe li Komîsyona Destûra Bingehîn bê nirxandin. HDK û KCD'ê jî bang li nûnerên hêzên ked, demokrasî û aştiyê kirin, ku di 5'ê Gulanê de li Enqereyê bin. -
Cenazeyekî din hat teşxîskirin
Ji 5 cenazeyên di 23'ê Sibatê de ji Cizîrê hatin anîn, cenazeyê Îbrahîm Temel (23) hat teşxîskirin. -
Li Mêrdîn û Mersînê operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî yên bi fermana AKP/Qesrê tên meşandin, dewam dikin. Ji ber van oeprasyonan li Mêrdîn û Mersînê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin. -
Artêşa Iraqê li Mexmûrê dest bi operasyonê kir
Artêşa Iraqê danê vê sibehê saet di 05:00 de li eniya Mexmûrê li dijî DAIŞ'ê operasyonek da destpêkirin. Operasyon bi piştgiriya balafirên koalîsyonê tê meşandin. -
Tirkiye di rapora 'Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê' de di rêza 156. de ye
Freedom House (Mala Azadiyê) rapora xwe ya "Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê" ya sala 2016'an eşkere kir. Tirkiye mîna par dîsa di kategoriya welatên çapemenî lê ne azad e, cih girt. -
Li Navenda Vegerandinê bertîl, pêkanînên xerab û destdirêjiya zayendî!
Parêzer Ûçar tiştên li Navenda Vegerandinê ya li Îzmîrê dît vegot. Parêzer Ûçar da xuyakirin, ku muwekîla wê ji bo karibe kurê xwe bibîne neçar maye bertîlê bide. -
Ji xebatkarên li ser dikê çalakiyên dagirkirinê
Li Fransayê, paralelî muzakereyên li ser sîgorta bêkariyê ku bi hezaran xebatkarên li ser dikê eleqedar dike, li gelek bajaran avahiyên şano hatin dagirkirin. -
Dewleta Tirk li Swêdê hat şermezarkirin
Terora dewleta Tirk û hikûmeta AKP'ê ya li Bakurê Kurdistanê li dijî gelê Kurd dimeşîne, li paytexta Swêd Stockholmê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin. -
NAV-DEM: Dewleta Elman bûye hevparê gunehê dewleta Tirk
NAV-DEM da xuyakirin, ku hikûmeta Elmanya qîma xwe bi destekkirina dewleta Tirk a xwedî zîhniyeta DAIŞ'ê naniye û destnîşan kir, ku li Elmanyayê jî Kurdan û saziyên wan krîmînalîze dike. -
'Polîtîkaya AKP'ê ewlekariya can û mal nehişt'
Balûken diyar kir, ji ber polîtîkayên şer ên AKP li hundir û derve dimeşîne, tevî Kîlîsê li hemû bajarên li ser sînor, li Kurdistan û metropolên li rojavayê Tirkiyeyê, ewlekariya can û malê mirovan nema ye. -
Li Elmanyayê siyasetmedarekî din ê Kurd hate girtin
Li eyaleta Bremen a Elmanyayê aktivîst û siyasetmedarê Kurd Alî Dogan hate girtin. -
Ebadî ji bo beşdarî rûniştinê bibe hate parlamentoyê
Rûniştina saet 13:30’an di pêşengtiya Serokatiya Parlamentoya Iraqê Selîm Cibûrî de destpê kir, Serokwezîr Heyder Ebadî ji bo beşdarî rûniştinê bibe hate parlamentoyê. -
Yuksekdag: Divê gelên Tirkiyeyê bi derewa AKP/Qesrê nexapin
Yuksekdag di civîna koma partiya xwe de axivî, bal kişand ser êrîşên qirker, got: “Gelên Tirkiyeyê bi gotina ‘welat di xeteriyê de ye’ dixapînin û nahêlin îtîraz bikin. Divê gelên Tirkiyeyê ti carî bi vê derewê nexapin.” -
Parlamentoya Iraqê bi tevlîbûna Ebadî dicive
Serokatiya Parlamentoya Iraqê da xuyakirin ku îro bi tevlîbûna Serokwezîrê Iraqê Ebadî ve wê parlamento bicive. -
Li Afrîkaya Başûr daxwaza xwerêveberî û azadiya Ocalan
Di meşa aştiya ya li Başûrê Afrîkayê de AKP/Qesr hatin protestokirin, peyamên piştevaniya Kurdan hatin dayîn û ji Ocalan re daxwaza azadiyê hate kirin. -
Li Torîno meşa li dijî faşîzmê
Di pîrozbahiyên 25'ê Nîsanê yên li Torîno de berxwedana xwerêveberiyê hat silavkirin. -
Li Îngilîstanê 'Kampanya ji Ocalan re Azadî' destpê dike
Li Îngilîstanê bi pêşengiya sendîkayên mezin kampanya bi navê 'Ji Birêz Abdullah Ocalan re Azadî' destpê dike. Hevserokê Giştî yê DBP'ê Kamûran Yuksek di çarçoveya kampanyayê de hevdîtin kir. -
‘Em tûrîzma Tirkiyeyê boykot bikin’
Gelek saziyên Kurdistan û Tirkiyeyî yên li Ewropayê, banga boykotkirina tûrîzma Tirkiyeyê kirin. -
Li Frankfurtê panela “ Çima HDK Ewropa?”
Li Frankfurtê panela “ Çima HDK Ewropa” hat li darxistin. Di panelê de bi taybet li ser mîsyona muxalefeta demokratîk hate rawestandin. -
Kurd û Îtalyan li dijî faşîzmê meşiyan
Li bajarên Mîlano û Roma yên Îtalyayê, di 25'ê Nîsanê roja rizgariya ji faşîzmê de bi deh hezaran kes daketin kolanan. -
Prof. Gazî Çaglar: AKP û tifaqa şer, koma têkçûyiyan e
Prof. Çaglar diyar kir, Qesr û desthilatdariya AKP'ê berê xwe daye tasfiyekirina tevgera azadiyê ya Kurd ji aliyê leşkerî û polîtîk ve û anî ziman, ku vê yekê di bin sîwana AKP'ê de tifaqeke berfireh a şer afirandiye. -
Operasyona li hemberî Ozgur Gelecek: 9 kes hatin binçavkirin
Di serdegirtinên li malan ên li Stenbolê de 2 jê rojnamevan 9 kes hatin binçavkirin. -
Kaltenbach: Divê li dijî komkujiyên li Kurdistanê civaka navneteweyî seferber bibe
Senatorê Parîsê Phîlîppe Kaltenbach ê bi wesîleya 101. salvegera Qirkirina Ermeniyan ji bo tevlî bîranînan bibe hat Stenbolê, bal kişand ser daxwaza xweseriyê ya Kurdan û destnîşan kir, ku ev daxwaz rewa ye. -
Obama: Divê Ewropa li gel me beşeke ji vî barî rake
Serokê DYA Barack Obama di ziyareta xwe ya roja duyemîn a li bajarê Nannovera Elmanyayê de axivî û diyar kir ku welatên Ewropa di aliyê mudaxeleya DAIŞ’ê û qirîzên herêmên din de divê “Hê zêdetir li peywira xwe rabe.” -
Ersoy hat pêşwazîkirin: Akademî bîat nake
Ji bo akademîsyen Ersoy ê hat berdan, xwendekar û hempîşeyên wî çalakiyeke pêşwazîkirinê lidar xistin.