ROJANE
Hemû Nûçe
-
Dozger mutalaa guhert, tehliye xwest
Dozger mutalaa guhert, ji bo 4 akademîsyenên aştîxwaz tahliyeya şertî xwest. -
Dozgerê doza akademîsyenan: Bila girtîbûn dewam bike
Di doza akademîsyenên aştîxwaz de girtina 4 akademîsyenan hate xwestin. -
Demîrtaş: Xwezî Tirkiye jî di têkoşîna bi DAIŞ’ê re têrker bibûya
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li Îtalyayê tevlî bernameyekê bû, got li Tirkiyeyê azadiya çapemenî û îfadeyê nîne, wiha axivî: “Li dijî DAIŞ’ê têkoşînek heye, Kurd jî parçeyekî vê ne. Xwezî Tirkiye jî di vî milî de têrker bibûya.” -
Ji şaredariya Palagonîa ya Îtalyayê ji bo Ocalan hemwelatîbûna rûmetî
Şaredariya Palagonîa ya girêdayî herêma Catanîa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetî da Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. -
Akademîsyenên tên darizandin: Me bêdengî li rûmeta xwe danenî
Rûniştina yekemîn a 4 akademîsyenên ji bo aştiyê hatin girtin îro destpê kir. Mûzaffer Kaya dest bi parastina xwe kir û got: “Em wek akademîsyenên vî welatî, li welêt ewqas tişt diqewimin, me bêdengî li rûmeta xwe danenî.” -
Heyeta Îmraliye ya Navneteweyî: Hewldanên me yên ji bo azadiya Ocalan wê bidomin
Heyeta Aştiyê ya Îmraliyê ya Navneteweyî da xuyakirin, ku heta Ocalan azad bibe û aştî bê Kurdistanê, xebatên wan ên di vî warî de wê bidomin. -
11 kes hatin girtin, gelek kes hatin binçavkirin
Di operasyonên qirkirina siyasî yên li Bakurê Kurdistanê de 11 kes hatin girtin, gelek kes jî hatin binçavkirin. -
ÎHD û TÎHV'ê hişyarî dan: Tasfiyekirina HDP'ê wê şer girantir bike
ÎHD û TÎHV'ê civîneke çapemeniyê lidar xistin û hişyarî dan, ku rakirina mafê destnedana HDP'yiyan wê şer girantir bike. Di civînê de bang li CHP'ê jî hat kirin ku dest ji helwesta xwe ya têkildarî rakirina mafê destnedanê berde. -
Di doza Dundar Gul de rûniştina duyemîn
Rûniştina duyemîn a doza darizandina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul îro pêk tê. Dozger xwest, ev doz û doza Fetûllah Gulen li Dadgeha Bilind tê dîtin, bibin yek. -
Kurê serpelê li Dêrikê hat kuştin Doç. Dr. Bayraktar: Ez aştiyê dixwazim
Doç. Dr. Ûlaş Bayraktar ê bavê xwe serpel Beşîr Bayraktar di çalakiya destpêkê ya PKK'ê de ku wê demê weke 'Apoyî' dihatin askirin winda kir, mora xwe danî binê danezana "Akademîsyenên ji bo Aştiyê". -
Demîrtaş wê li Washîngtonê bi rêveberiya DYA re hevdîtinan bike
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş wê di 28'ê Nîsanê de biçe paytexta DYA Washîngtonê. -
Tecrîd li Mannheîmê hat şermezarkirin
Li bajarê Elmanya Mannheîmê, bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, endamên Ciwanên Azad kon vedan. -
Nobeda Heyeta Îmraliyê ya li Strasboûrgê qediya
Heyeta Îmraliyê ya Navneteweyî, ku ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Konseya Ewropayê rêze hevdîtin kir û nobeda 'Ji Ocalan re Azadî' girt, çalakî dewrî komeke nû kir. -
YRD: Çapemeniya azad wê her tim rastiyan eşkere bike
YRD: Çapemeniya Azad û Alternatîf wê bêdeng nemîne! Di nava her şert û mercî de wê li cem bindestan be û li ber despotan serî netewîne. -
Heyeta Aştiya Navneteweyî: Me ji CPT re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe naşopîne
Moosa: Di hevdîtina me ya bi CPT’ê re, me jê re pirsî bê ka çima pêşniyara xwe ya ‘Bila Ocalan bi parêzeran re hevdîtinê bikin’ naşopandine. -
Li Entalyayê 3 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin
Li Entalyayê di çarçoveya qirkirina siyasî de 3 kes hatin girtin, 8 kes jî hatin binçavkirin. -
Ûca li Erîvanê bi ciwanên Êzidî re rûnişt
Li paytexta Ermenîstan Erivanê Parlamenterêa HDP’ê ya Êzidî Feleknaz Ûca bi ciwanên Kurd re civiya. -
Heyva Sor alîkariya xwarinê gihand Japonyayê
Heyva Sor a Kurdistanê, ji ber erdhejê piştgirî da Japonyayê. -
Deriyê Parlamenta Iraqê hat girtin; Kurd vegeriyan mala xwe
Aliyên siyasî yên li Iraqe li hev nekirin û parlament girtin. Parlamenterên Kurd jî vegeriyan Herêma Kurdistanê biryar dan, ku heta li gorî qanûnan rûniştinên parlamentê pêk neyên, ew ê vegerin Bexdayê. -
Rejîma AKP'ê ji bo qetlîamkeran çavkaniyeke jêxwarinê afirand
Ji bo çêkirina 'holikên ewlekariyê yên zirxî' bi fîrma bi navê Koma BEST li hev hat kirin. Hat hînbûn, xwediyê vî fîrmayê bersûcê komkujiya Bahçelîevlerê Ahmet Ercument Gedîklî ye. -
Polatsoy: Ez teslîm nebûm, bila hevalên min jî teslîm nebin
Rapora rapora mufetîşan a li ser komkujiya Enqereyê ku 103 kesan jiyana xwe ji dest dan, îdîaya 'rêxistina terorê ya kokteyl a DAIŞ-PKK'ê ku ji aliyê Serokkomar Erdogan û Serokwezîr Davûtoglû ve hat kirin, pûç kir. -
TAY-DER: Bi lezgînî berê xwe bizîvirînin girtîgehan!
Seroka TAYD-DER'ê parêzer Tanrikûlû diyar kir, ev meheke li girtîgehan zext, şîdet û lêgerîna bi rengekî tazî zêde bûne û bang li raya giştî kir, ku bi lezgînî berê xwe bide girtîgehan. -
‘Ne 9 meh, 99 meh jî derbas bibin em ê ji kujeran hesab bixwazin’
Însiyatîfa Malbatên Pirsûsê di 9. Meha qetlîamê de careke din “edalet” xwestin. -
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê Çarşema Sor hate pîrozkirin
Li bajarê Aachen ê Elmanyayê ji aliyê Komîsyona Baweriyan a Meclîsa Jinê ya Denîz Firatê li Mala Gelê Kurd pîrozbahiya Cejna Çarşema Sor hate lidarxistin. -
Li paytaxte Ermenîstan Erîvanê Cejna Çarşema Sor hat pîrozkirin
Li paytexta Ermenîstan Erivanê di pêşengiya Kurdistan Komtîte di salona Kêm Netewan de Cejna Çarşema Sor hate pîrozkirin.