ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li dijî Kurdan û mûxalîfan operasyonên qirkirina siyasî
Li Kurdistan û Tirkiyeyê, girtin û binçavkirina Kurdan û hêzên mûxalîf dewam dikin. -
Rapora Cizîrê gihaşt ber destê Neteweyên Yekbûyî
Neteweyên Yekbûyî piştrast kir, ku raporek parêzvanên mafên mirovan a li ser komkujiyên li Cizîrê amade kiriye, gihaştiye ber destê wan. -
Di hevdîtinên li ser 'destnedanê' de rewşa aloz dewam dike
Wekîlên AKP'yî yên di destpêka hevdîtina li ser mijara 'destnedanê' de heqaret û êrîş li parlamenterên HDP'ê kirin, piştre xwestin rojnamevan û şêwirmendan ji komîsyonê derxînin. Wekîlên HDP'yî jî li dijî sansurê derketin. -
Encamên civîna 8. a KDH hatin eşkerekirin
Komîteya Dîplomasiya Hevbeş a partî û Rêxistinên siyasî yên Kurdistanê, encamên civîna xwe ya heştemîn bi daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re eşkere kir. -
Kovara Şoreşgerên Yekbûyî (Birleşik Devrim) dest bi weşanê kir
Kovara Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG) dest bi weşanê kir. -
Hevdîtinên li ser destnedanê, bi heqaret û êrîşên AKP'yiyan destpê kirin
Danûstandinên li ser pêşniyara AKP'ê ya ji bo rakirina destnedanê, bi êrîş û heqaretên parlamenterên AKP'yê yên li hemberî parlamenterên HDP'ê destpê kirin. -
Li Îranê di nava salekê de 12 hezar Kurd hatin girtin
Li gorî ajansa nûçeyan a Îsna ya di bin kontrola rêveberiya dewletê de ye, Midûrê Girtîgehên Eyaleta Kurdistanê piştrast kir ku hejmara girtiyên Kurd zêde bûye. -
Ji bo Haşim Kûtlû wê merasîmek bê lidarxistin
Ji bo Haşim Kûtlû wê li Navenda Çanda Elewiyan a Lûdwîgsbûrgê merasîmek were lidarxistin. -
Hilbijêrên HDP'ê: Parlament tine be, kolan heye!
Hilbijêrên HDP'ê yên ji ANF'ê re axivîn dan xuyakirin, ku ew ê nehêlin Qesr û AKP vîna wan xesp bikin û gotin, "Parlament tine be, kolan heye." -
Li Stûttgartê panela 'HDK-Ewropa'
Di panela HDK-Ewropa ya li Stûttgartê de banga rêxistinbûyîneke xurtir hat kirin. -
Encu: AKP'ê ya lê dihat kir
Ferhat Encu da xuyakirin, ku wî rastiya bi çavên xwe dîtiye û jiya ye vegotiye û got, "Ji bihîstina vê rastiyê ditirsin. Em ê heqîetê her tim bilêv bikin. Ew ê bibihîzin û hesabê wê jî bidin." -
'Tirkiye ji bo Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê ne cihekî rast e'
Însiyatîfa Aştiyê ya Kurdistanê, ji Sekreterê Giştî yê NY Ban Kî-Moon re nameyeke vekirî nivîsand û diyar kirin, Tirkiye ji bo lidarketina yekemîn Civîna Bilind a Însanî ya Cîhanê, ne cihekî rast e. -
AKP'yiyan hewl dan wekîlên HDP'ê lînç bikin
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu xwest li Civata Giştî ya Meclîsê, li ser sûcên AKP dike û terora dewletê ya li Kurdistanê, qise bike. -
WFP: Tirkiyeyê sînor girtiye û nahêle alîkarî bigihêje bi sed hezaran mirovî
Alîkariya xwarinê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) dişîne Sûriyeyê, ji ber polîtîkaya Tirkiyeyê ya li hemberî Kurdan nagihêje hewcedaran. -
Rojnamevan-nivîskar Prof. Dr. Altan: Tirkiye gihaştiye asteke tirsnak
Altan diyar kir, Tirkiye gihaştiye asteke tirsnak û got, "Li Tirkiyeyê, rêyeke faşîzma Îslama siyasî ya dûrî ji hiqûq, demokrasî û aştiyê tê afirandin." -
Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeyê ji bo Denîz Fenerî seferber bûn
Tê gotin, bi erêkirina Walîtiya Stenbolê û Midûriyeta Perwerdeya Milî ya Bajêr, wê di bin navê 'projeya dibistana başiyê' de Komeleya Denîz Fenerî ji bo xwendekarên dibistana navîn alîkariyê kom bike. -
Latîn Amerîka wê êdî karibe pirtûkên Ocalan bixwîne
Pirtûka Şaristaniya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5 bergan pêk tê, bi zimanê Spanyolî hat tercûmekirin. -
Di teqîna li Bûrsayê de mirî û birîndar hene
Hate ragihandin ku di teqîna li Bûrsayê de mirî û birîndar hene. -
Haşîm Kûtlû jiyana xwe ji dest da
Haşim Kûtlû yê lêkolînvan, nivîskar, helbestvan û şêwekar duh di saetên sibehê de ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da. -
Balûkên: Rakirina destlênedayinan pêvajoya tesfiyeya îradeya gel e
Wekîlê Hevserokê Koma HDP’ê Îdrîs Balûken teklîfa “rakirina destlênedanan” a wê sibehê li Komîsyona Destûra Bingehîn bê nîqaşkirin wek “destpêka pêvajoya tesfîyekirina îradeya gel” nirxand. -
Parlamenterê HDP’ê Togrûl, li Kanadayê bi partiyên siyasî re civiya
Parlamenterê HDP’ê Togrûl, li Kanadayê bi partiyên siyasî re hevdîtin pêk anî. -
Çeteyên AKP'ê yên 'biyanî' li Geverê li ser kar in
Li Geverê, hêzên ku avahiyek dan ber agir, bi hev re bi Erebî axivîn. -
Bloka Aştiyê bang li wekîlan kir: Pêşniyara li ser destnedanê red bikin
Bloka Aştiyê li Stenbolê civînek lidarx ist û bang li hemû parlamenteran kir ku li dijî pêşniyara AKP'ê ya li ser destnedanê derkevin. Di civînê de helwesta CHP'ê jî hat rexnekirin. -
Demîrtaş çû Washîngtonê
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, ji bo hin hevdîtinan bike çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA). Demîrtaş û yên pê re wê li DYA di asta bilind de hevdîtinan bikin. -
Dijminatiya Siyamend Haco hêjayî çend qurişan?
"Navenda Lêkolînên Kurd li Ewropayê" ya li paytexta Elmanya Berlînê ye, êrîşî destketiyên li Rojava dike. Ev saziya dijminatiyê li PYD'ê dike, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Elmanya ve tê xwedîkirin.