Encu: AKP'ê ya lê dihat kir
Ferhat Encu da xuyakirin, ku wî rastiya bi çavên xwe dîtiye û jiya ye vegotiye û got, "Ji bihîstina vê rastiyê ditirsin. Em ê heqîetê her tim bilêv bikin. Ew ê bibihîzin û hesabê wê jî bidin."
Ferhat Encu da xuyakirin, ku wî rastiya bi çavên xwe dîtiye û jiya ye vegotiye û got, "Ji bihîstina vê rastiyê ditirsin. Em ê heqîetê her tim bilêv bikin. Ew ê bibihîzin û hesabê wê jî bidin."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ku dema li Civata Giştî ya Meclîsê dipeyivî bû hedefa êrîşa wekîlên AKP'yî got, "Min rastiya bi çavên xwe dîtî û jiyayî vegot. Ji bihîstina vê rastiyê ditirsin. Em ê heqîetê her tim bilêv bikin. Ew ê bibihîzin û hesabê wê jî bidin."
Di dema nirxandina pêşnûme qanûna li ser avakirina komîsyona kontrolkirina hêzên ewlekariyê de, Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu mafê axaftine wergirt û piştî ku got, "Hêzên ewlekariyê sivîlan qetil dike" parlamenterên AKP'yî erîşî Encu kirin.
Cîgirê Serokê Parlamentê Ahmet Aydin ê ji AKP'ê jî rabû axaftina Encu birî û îdîa kir ku hêzên ewlekariyê mirovan qetil nake. Wekîlên AKP'yî jî bi qareqara "Terorîst", "Divê hûn hemû bikevin girtîgehê", "Em ê we ji Meclîsê bavêjin" êrîşî wekîlên HDP'yî kirin.
Ji ber vê êrîşa AKP'yiyan, parlamenterên HDP'ê Ferhat Encu, Ayhan Bîlgen, Çaglar Demîrel, Huda Kaya û Bûrcû Ozkan Çelîk birîndar bûn.
Encu der barê bûyer û êrîşa duh li hemberî wan hat kirin de axivî û got, "Dema min got, 'Ez dixwazim bi bîranîna zarok û sivîlên ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine qetilkirin dest bi axaftina xwe bikim' parlamenterên AKP'yî bi gotina 'Terorîst', 'Kujer', 'Divê tu li girtîgehê ragirtî be' kirin qareqar. Hewl dan nehêlin ez bipeyivim. Min bûyerên bi çavên xwe dîtî, yek bi yek bi mînakan vegot. Nexwestin van rastiyan bibihîzin. Piştî ku ez ji ber kursiyê çûm, temamiya wekîlên AKP'yî ên li civata giştî berê xwe dan aliyê koma HDP'ê û êrîş kirin."
Encu bal kişand ser hewldanên ji bo nixumandina sûcên hêzên ewlekariyê li bajarên Kurdan dikin û got, "Hemû hevalên beriya min axivîn, qala pêkanînên hêzên ewlekariyê kirin. Min jî hewl da bi dayîna mînakan, vebêjim. Naxwazin rastiyê bibihîzin. Min, rastiyên ji aliyê hemû civakê ve tên zanîn, vegot. Bi zora wan çû. Weke kesekî mexdûr û şahidê şîdeta hêzên ewlekariyê, nexwestin ez qala van rastiyan bikim. Ji ber ku dizanin ev yek wê bi çi rengî bandorê li civakê bike."
Encu da xuyakirin ku wekîlên AKP'yî bi hewldana lîncê re ya li wan dihat kirine û got, "Di sala 1994'an de dema em ji Meclîsê avêtin çawa ku em hingî jî ji rêya xwe venegeriyan, em netirsiyan, îro jî em natirsin. Em ê bi gelê xwe re her tim rastiyan bilêv bikin. Yên li Meclîsê ne jî wê her tim van rastiyan bibihîzin. Tevî bihîstinê wê hesab bidin. Ev welat ne çîftlîka bavê wan e."