ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Kurd li Stûttgartê bêdengiya çapemeniyê protesto kirin
Li Stûttgartê ciwanên Kurd ji bo balkişandina li ser polîtîkayên şer ên çeteyên AKP’ê û protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, avahiya Stûttgarter Pressehaûs dagir kirin. -
Ciwanên Kurd li Londrayê avahiya ITV dagir kirin
Li paytexta Îngilistan a Londrayê ciwanên Kurd ji bo protestokirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, avahiya ITV’ê dagir kirin. -
Li Mannheîmê ciwanên Kurd li televîzyona xwecihî ya RNF’ê çalakî li dar xistin
Ciwanên Kurd ên li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo protestokirina tecrîda girankîrî ya li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şerên qirkirinê yên li Kurdistanê, televîzyona xwecihî ya RNF’ê dagir kirin. -
Ciwanên Kurd li Parîsê avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin
Li paytexta Fransa Parîsê ciwanên Kurd avahiya France24 û radîoya RFI dagir kirin, tecrîda girankirî ya li ser Ocalan, êrîşên qirkirinê yên AKP’e li ser Kurdistanê dimeşîne protesto kirin. -
Dîsa mirina biguman a leşkerekî
Tê îdîakirin ku li Uralê leşkerê bi navê Celal Mungan di qezayê wesayîtê de miriyê. -
Li Lûdwîgsbûrgê ji bo Haşîm Kûtlû merasîm
Ji bo nivîskarê Kurd Haşîm Kûtlû li bajarê Ludwîgsbûrge merasîm hate lidarxistin. -
KCD-E: Em ala kedê di 1'ê Gulanê de bilind bikin
KCD-E 1'ê Gulanê pîroz kir û bang li Kurdan û dostên wan kir, ku dakevin qadan. -
'Li ber rabûneke xurt dikare AKP'ê ji vê hewldanê vegerîne'
Parlamenterê HDP'ê Onder destnîşan kir, eger hêzên demokrasiyê bi xurtî li ber rabin, dibe ku AKP dest ji hewldana xwe ya tesfiyekirinê berde. -
Cenazeyê leşkerê Rûs ê ji aliyê YPG'ê ve hat wergirtin, gihaşt Moskowayê
Cenazeyê leşkerê Rûs ê di operasyona rizgarkirina Palmîra (Tedmûr) de jiyana xwe ji dest da û ji aliyê YPG'ê ve ji destê çeteyên DAIŞ'ê hat derxistin, gihaşt Rûsyayê. -
Karker û Kedkar di 1'ê Gulanê de wê li Bakirkoyê bin
Li ser banga rêxistinên pîşeyî û konfederasyonên karker û kedkaran, 1'ê Gulanê wê li Bakirkoyê bê pîrozkirin. Partiyên ji HDK û HDP'ê ji bo kombûna li Bakirkoyê bang kirin. -
Karkerên ji ber axaftina bi Kurdî bû hedefa êrîşê, rewşa wan xetere ye
2 xebatkarên înşaatê, ji ber ku bi hev re bi Kurdî daxivîn, bûn hedefa êrîşa bi kêran. Rewşa tenduristiyê ya her du karkeran giran e û ev 5 roj in di servîsa lezgîn de tên ragirtin. -
'Rewşa li Helebê felaket e'
Rayedarê Neteweyên Yekbûyî (NY) Jan Egelan rewşa bajarê Helebê bi gotina 'felaket e' pênase kir. -
'Kobanê: Şoreşa Kurd û têkoşîna li dijî Dewleta Îslamê'
Rojnamevanê Swêdî Joakîm Medîn bû şahidê operasyonên YPG û gerîlayên PKK'ê yên rizgarkirina Êzidiyên li Çiyayê Şengalê asê man û dorpêçiya Kobanê dît. Di nava rojnamevanên rojavayî de yê herî dawî ji Kobanê derket ew bû. -
Ji Meclîsa Jinê ya HDP’ê çalakiya ‘Dest îradeya min nede’
Meclîsa Jinê ya HDP’a Stenbolê hewldanan rakirina destlênedanan parlamenterên HDP’ê û bi taybet şîdeta zilaman a li ser wekîlên jin li Kolana Mîss a Cadeya Îstîklalê protesto kir. -
Biryara ‘Rakirina destlênedayînê” taloqî Duşemê bû
Hevdîtinên ji bo rakirina destlêdayîna wekîlên HDP’î ya li meclîsê, taloqî roja Duşemê hate kirin. -
Li Meclîsa Tirk kulm daxivin, wekîlê HDP’î birîndar bû
Dema hevdîtinên li Komîsyona Destûra Bingehîn a Meclîsa Tirk de aloziya bi provakasyona AKP’iyan veguherî şer. Lêva parlamenterê HDP’ê Erdal Ataş teqiya, ji pozê wî xwîn hat, di wê demê de hin wekîlên jin ên HDP’ê jî hatin derbkirin. -
Balûken: Pêşniyarên me ji aliyê fermana Qesrê ve hatin redkirin
Wekîlê Serokê Koma HDP'ê Îdris Baluken, têkildarî pêşnûmeya "Destlênedayîna wekîlan" a li ser daxwaza AKP'ê hat Komîsyona Makeqanûnê ya meclîsê, diyar kir ku li meclîsê pêvajoya darbeyê dest pê kiriye. -
Ji ÎHD’ê rapora ‘Êşkenceyên li girtiyan'
Raporê diyar kir ku di meha Çile û Nîsanê de 504 girtî hatine sirgûnkirin; gelek girtî jî rastî êşkenceyê hatine. Raporê eşkere kir ku girtiyekî kal jî ji ber êşkeceyê parsûyekî wî şikestiye. -
CDK-F ji bo 1'ê Gulanê bang kir
Civaka Demokratîk a Kurd li Fransayê (CDK-F) bi daxuyaniyekê bang li Kurdan, demokrat, rewşenbîr û alîgirên kedê kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. -
34 karkerên li Taksîmê hatin qetilkirin, hatin bîranîn
34 Karkerên di 1'ê Gulana sala 1977'an de li Qada Taksimê hatin qetilkirin, bi merasîmekê hatin bibîranin. -
Di hevdîtinên li ser 'destnedanê' de kameraman ji salonê hatin derxistin!
AKP'ê şêwirmend, nûçegihanên foto û kameraman ji salona hevdîtin li ser pêşniyara 'destnedanê' tê kirin derxist derve. -
Li Manîsayê di dema derbasbûna wesayîta leşkerî de teqînekê rû da
Li Manîsayê di dema derbasbûna wesayîteke leşkerî de bombeya li kêleka rê hatibû bicihkirin, teqiya. -
Gelo çawişê pispor ê Tirk bû 'bombeyê zindî' yê DAIŞ'ê?
Piştî eşkerebûna desteka AKP/Qesrê ya ji bo çeteyên DAIŞ'ê, niha jî agahî hatin bidestxistin, ku leşkerên Tirk jî tevlî nava çeteyan bûne. -
Bi rengên kesk, sor û zer biçin qadên 1'ê Gulanê! -Cemîl Bayik
"Her 1’ê Gulanê di heman demê de platforma yekitiya gelan, kedkar û hemû bindastan e. Ev platforma yekitiyê tê wateya sazkirina bloka demokrasiyê ya li dijî AKP’ê û bilindkirina têkoşînê." -
Li Kolnê ji bo Rojava projeya "Nexweşxaneya Mobîl"
Li bajarê Kolnê, ji bo Rojava projeya "Nexweşxaneya Mobîl’ hat destpêkirin. Ji bo piştgiriya projeyê bangawazî hat kirin.