Rojnamevan-nivîskar Prof. Dr. Altan: Tirkiye gihaştiye asteke tirsnak
Altan diyar kir, Tirkiye gihaştiye asteke tirsnak û got, "Li Tirkiyeyê, rêyeke faşîzma Îslama siyasî ya dûrî ji hiqûq, demokrasî û aştiyê tê afirandin."
Altan diyar kir, Tirkiye gihaştiye asteke tirsnak û got, "Li Tirkiyeyê, rêyeke faşîzma Îslama siyasî ya dûrî ji hiqûq, demokrasî û aştiyê tê afirandin."
Altan diyar kir, Tirkiye gihaştiye asteke tirsnak û got, "Li Tirkiyeyê, rêyeke faşîzma Îslama siyasî ya dûrî ji hiqûq, demokrasî û aştiyê tê afirandin."
Rojnamevan-nivîskar Prof. Dr. Mehmet Altan, rewşa Kurdistanê, pêkanînên antî Kurd û antî demokratîk ên AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Altan da xuyakirin, ku çareya hemû derdên li Tirkiyeyê, pêkanîna demokrasiyê ye, lê belê desthilatdariya heyî ya siyasî ev demeke dirêj e li şûna pêşdebirina demokrasiyê, berê xwe daye rêyeke ne kêmî rejîma 12'ê Îlonê.
'EM GIHAŞTINE ASTEKE TIRSNAK'
Altan bal kişand ser konsepta înkar û tinekirinê ya AKP li bajarên Kurdan di çarçoveya polîtîkaya antî Kurd de dimeşîne û got, "AKP li Başûrrojhilat li şîdeteke gelekî giran vegeriya. Ji ber vê şîdetê zarokên Tirkiyeyê dimirin. Berê jî gelek caran ev rewş qewimî û hat dîtin ku ji vê yekê kes tiştekî bi dest naxe. Li holê Tirkiyeyek heye ku aliyek şerekî dijwar dimeşîne, aliyê din jî bêhiqûqî, zext û zordariyê dike. Şîdet li nava tevahiya civakê belav bûye. Di maçên futbolê de li hakeman dixin, rêveberên Amedsporê ji trîbunan davêjin. Ne tenê di sporê de. Em gihaştine asteke welê ya tirsnak, ku ewlekariya jiyanê ya jinan ji holê rabûye. Dema hiqûq û demokrasî nebe; me dît ku civak wê têk biçe, parçe bibe û di nava xwînê de bimîne. Lê mixabin ev yek her tim hat serê me. Bûyera ku em jê re faşîzma Îslama siyasî dibêjin; guhertina rêxistinbûyîna demokratîk, bi zext û zordariyê re Sûnîkirina Tirkiyeyê, di ser koçberên Sûriyeyî re guhertina erdnîgariya Kurdan û Elewiyan e. Di encamê de jî rêyeke dojehê ya ber bi faşîzma Îslama siyasî tê afirandin ku ev rê dûrî hiqûq, demokrasî û aştiyê ye."
'ÇARESERÎ DEMOKRATÎKBÛYÎNA KOMARÊ YE'
Prof. Dr. Altan destnîşan kir, ku çareseriya pirsgirêka Kurd bi demokrasiyeke radîkal a Komara Tirkiyeyê dibe û got, "Timî mirov dimirin. Lewma divê agirbest bê ragihandin, lê ji bo çareseriya pirsgirêkê, ji bo aştiyeke mayînde pêwîstî bi demokrasiyê heye. Heta ku veneguhere komareke demokratîk a rasteqîn, aştiyeke mayînde nepêkan e. Ji xwe me dît ku ew pêvajo veguherandin amûrek îqbalê. Dema ku xwe negihand wê armancê jî Tirkiye veguherand gola xwînê. Hînê jî ev rewşa tirsnak a şîdetê dewam dike. Ji ber vê yekê divê Tirkiye derhal demokratîk bibe, reformên bingehîn û mayînde bên kirin, veger li feraset dewleta hiqûqê bê kirin û pêşî li vê denejerekirinê bê girtin."