'Polîtîkaya AKP'ê ewlekariya can û mal nehişt'

Balûken diyar kir, ji ber polîtîkayên şer ên AKP li hundir û derve dimeşîne, tevî Kîlîsê li hemû bajarên li ser sînor, li Kurdistan û metropolên li rojavayê Tirkiyeyê, ewlekariya can û malê mirovan nema ye.

Balûken diyar kir, ji ber polîtîkayên şer ên AKP li hundir û derve dimeşîne, tevî Kîlîsê li hemû bajarên li ser sînor, li Kurdistan û metropolên li rojavayê Tirkiyeyê, ewlekariya can û malê mirovan nema ye.

Li Kîlîsê, ku ji nifûsa wê zêdetir penaber lê hatine bicihkirin, ji ber şerê kirêt ê bi tevkariya desthilatdariya AKP'ê li pêş çavên cîhanê diqewime, ji Çileya 2016'an û vir ve nêzî 50 roketên Katyûşa yên çeteyên DAIŞ'ê ketin. Di encama van êrîşan de li gorî hejmara fermî 5 jê Sûriyeyî bi giştî 17 sivîlan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 60 kes birîndar bûn.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê û Parlamenterê Amedê Îdrîs balûken, êrîşê li hemberî Kîlîsê û polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê ji ANF'ê re nirxand.

'AKP HEWL DIDE DAIŞ'Ê MAFDAR NÎŞAN BIDE'

Balûken da xuyakirin, ku êrîşên ji aliyê Sûriyeyê ve li hemberî Kîlîsê hatin kirin, weke encameke polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê derketine holê û destnîşan kir, ku divê ev êrîş weke êrîşa çeteyan bê binavkirin.

Balûken da zanîn, AKP'ê ji destpêkê ve bi DAIŞ û çeteyên dûvikên El Qaîdeyê re xebitî, di serî de gelê Kurd hewl da vîna gelên li Sûriyeyê bişikîne, statuya gelê Kurd a li Rojava tasfiye bike û got, "Ji ber têkiliyên tarî yên bi van çeteyan re, Sûriye veguherî aliyekî şerê li Sûriyeyê. Ji ber van êrîşan û polîtîkaya şer a AKP'ê, di serî de li Kîlîsê li seranserê bajarên li ser sînorê ewlekariya jiyana mirovan nemaye. Bi tenê di nava sê mehan de li hemberî Kîlîsê 45 caran êrîş hatine kirin, 17 kes mirin e, zêdeyî 60 kes birîndar bûne. Tevî ku ewqas êrîş hatin kirin jî AKP bi taybetî kiryaran vedişêre. Nahêle DAIŞ û rêxistinbûyînên din ên çete yên li Sûriyeyê li nava Tirkiyeyê bên nîqaşkirin. Ev yek beriya niha di komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê de jî kiribû. Êrîşên DAIŞ'ê xumamî kiribû, hedefên cuda nîşan dabû û bi pênaseke 'koktey' a bêbingeh re hewl da bû DAIŞ'ê mafdar nîşan bide. Ji ber vê yekê DAIŞ'ê berpirsyariya wan êrîşan negirt ser xwe. Li Kîlîsê jî rewş bi vî rengî ye."

'POLÎTÎKAYA AKP'Ê YA LI SER SÛRIYEYÊ WEKE MIRIN Û ZILMÊ LI GEL VEDIGERE'

Îdrîs Balûken bal kişand ser bedelên gel ji ber polîtîkayên AKP'ê dide û got, "Ya herî mirovan dêşîne jî ew e; bi gel berdêl tê dayîn. Xuya ye ev êrîşên li hemberî gelê Kîlîsê kêm hatiye kirin, ku di nerazîbûneke herî biçûk de jî bi gazê, ava şid û ço dest li gelê Kîlîsê werdidin. Ev beriya niha li Amed, Pirsûs û Enqereyê hatibû dîtin. Li Amed, Pirsûs û Enqereyê hevkariya AKP-DAIŞ'ê bi rengekî zelal derketibû holê. Di vê der barê de li nava raya giştî ti teredût nîne. Ev Pêkanîna li hemberî gelê Kîlîsê jî hebûna plansaziyeke hevpar a veşartî radixe pêş çavan. Îro Kîlîs bi taybetî tê nîqaşkirin, lê ji ber polîtîkaya AKP'ê ya li ser Sûriyeyê, li hemû bajarên li ser sînor, ewlekariya can û malê gelên me nema ye.

Berdêla polîtîkaya Sûriyeyê, her roj bi mirin û zilmê li gelên me vedigere. Ev ji polîtîkaya navxweyî ya AKP'ê jî cuda nîne. Bi taybetî wehşeta AKP'ê bi konsepta 'qedexeya derketina derve' ve li bajarên Kurdistanê xist meriyetê, nîşan dide ku pêvajoya şer a AKP'ê ber bi ku ve çûye. AKP bi polîtîkayên xwe yên şer ên li hundir û derve ve, hem bajarên Kurdan hem jî di serî de Kîlîs metropolên li rojavayê Tirkiyeyê kiriye qadên ewlekariya jiyan û malê mirovan nîne. Girîng e gelên Tirkiyeyê vê rastiyê bibîne û bi rengekî zelal helwestê nîşan bide. Pêwîste gelên li Tirkiyeyê piştgiriyê bidin gelê Kîlîsê û gelê Kurd."