Ji xebatkarên li ser dikê çalakiyên dagirkirinê
Li Fransayê, paralelî muzakereyên li ser sîgorta bêkariyê ku bi hezaran xebatkarên li ser dikê eleqedar dike, li gelek bajaran avahiyên şano hatin dagirkirin.

Bi qasî 50 hunermend û wezîfedarên teknîkê li şanoya dewletê ya li paytext Parîsê Comedîe Françaîse hatin cem hev. Hunermend û xebatkaran dema lîstika xwe ya bi navê Lûcrece Borgîa lîstin, çalakiya dagirkrinê pêk anîn. Dema lîstik hat betalkirin, pêşiya avahiyê ji aliyê polîsan ve hat girtin.
Di çarçoveya çalakiyên protestoyî de gelek hunermend û xebatkarên teknîkê Şanoya Odêonê jî dagir kirin û gelek lîstik û pêşandanên hatibûn plankirin, hatin betalkirin.
Li bajarê Strasboûrgê jî, li avahiya Şanoya Neteweyî (TNS) bi dehan hunermend, endamên teknîkê û xwendekarên lîse û zanîngehê çalakiya dagirkirinê lidar xistin. Çalakgeran dan xuyakirin, ku ew şanoyê bloke nakin, bi tenê dagir dikin û ragihandin, çalakiya wan a dagirkirinê wê heta sibe danê êvarê dewam dike.
Li hemberî guhertina qanûnî ya di sîgorta bêkariyê de hat kirin, ev 2 sal in nerazîbûn tê nîşandan. Ji ber karê bi peymana kar a demkurt re, bi hezaran kesên bêkar dimînin, bi têrkerî nikarin ji sîgorta bêkariyê sûdê werbigirin.