Endamên Ciwanên Azad û YXK’ê li hember tecrîdê çalakiya kon didomînin

Li Qada Schloß a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ciwanên Kurd çalakiya xwe ya kon ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh dabûn destpêkirin, didomînin.

Li Qada Schloß a bajarê Stûttgart ê Elmanyayê ciwanên Kurd çalakiya xwe ya kon ku li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh dabûn destpêkirin, didomînin.

Di çalakiya Ciwanên Azad Stûttgart û YXK’ê de domahiya 3 rojan felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî ya li ser tê meşandin tê vegotin.

Her wiha ciwan têkîldarî berxwedanên xwerêveberiyê yên li Kurdistanê û êrîşên qirkirinê yên AKP’ê belavokan belav dikin.

Di konê ku bi posterên Ocalan hatiye xemilandin de têkîldarî Ocalan gelek belavok û broşur hatin belavkirin.

Ji bo çalakiya wê sibehê jî dom bike banga tevlîbûnek girseyî hate kirin.

...