Dengîr Mîr Firat kesê li şûna Davûtoglû bê bicihkirin eşkere kir
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, rewşa dawî ya nava AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, rewşa dawî ya nava AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat, krîza li nava AKP'ê nirxand û got, "Mêrik ê çûyînê ye. Davûtoglû ji niha û pê ev ji aliyê siyasî ve mirî ye. Li şûna wî ya wê zava yan jî Bînalî beg bê bicihkirin."
Di civîna 29'ê Nîsanê ya MKYK a AKP'ê de erka wezîfedarkirina rêxistinên bajar û navçeyan ji serokê giştî Ahmet Davûtoglû hat stendin û radestî desteyê hat kirin. Radestkirina erkê mînaka dawî ya şerê navbera Serokkomar Erdogan û Davûtoglû de ye.
Yek ji damezrînerên AKP'ê Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengî Mîr Mehmet Firat, rewşa dawî ya bi radestkirina erkê re di nava AKP'ê de destpê kir, ji ANF'ê re nirxand.
Firat got, "mêrik ê çûyînê ye" û diyar kir, Davûtoglû wê ji wezîfeya serokatiya giştî bê girtin. Firat ev nirxandin kir: "Birêz Davûtoglû serokatiya giştî ji dest revand. Ya rast, divê ew veqete. Ji ber ku ev yek êrîşeke giran e ku yekser li hemberî şexsiyeta wî hatiye kirin. Lê mixabin îstifa nekir. Ji ber ku ne tenê di nava AKP'ê de, di nava ti partiyeke siyasî de tiştekî bi vî rengî neqewmiye. Erka serokekî giştî bi vî rengî ji dest nehatiye girtin. Ev tê vê wateyê: Weke partî em bi te ne bawerin. Lê mixabin bêşermîtî di vê serdemê de ya derbasdar e."
'DAVÛTOGLÛ ÊDÎ MIRIYEKÎ SIYASÎ YE'
Firat destnîşan kir, ku di kêliya destpêkê ya wergirtina vê biryarê de diviyabû Davûtoglû dest ji wezîfeya xwe berda û got, "Dema MKYK ew biryar wergirt, li gorî min diviyabû mirovekî bi rûmet yekser di cih de biçûya. Naxwe, ji niha û pê ve ew miriyekî siyasî ye."
XUYA YE WÊ ZAVA LI ŞÛNA DAVÛTOGLÛ BI CIH BIKE
Firat ji bo pirsa "Ji niha û pê ve wê rewşa AKP'ê çi be?" ev bersiv da: "Xuya ye wê zava beg (Berak Albayrak) li şûna wî bê bicihkirin. Dibe ku ev yek hinekî dereng jî bê xistin. Lê ya ku wê bê kirin ev e. Ya ew ê bê yan jî Bînalî beg. Yek ji wan wê bên bicihkirin."
Firat diyar kir, ji bilî vê yekê ew di nava AKP'ê de li benda ti guhertineke din nîne û got, "Ji ber ku Tayyîp Erdogan yekser tê wateya AKP."
WÊ DESTNEDANÊ JI SEDÎ SED RAKIN
Parlamenterê HDP'ê yê Mersînê Dengîr Mîr Mehmet Firat têkildarî destnedana parlamenteriyê de jî got, "Wê ji sedî sed rakin."