Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr piştî ji ber pençeşêrê 6’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke li Parîsê ve ji bo definkirinê ber bi warê wî hate şandin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
duşem, 9 gulanê 2016, 15:42
Welatparêzê Kurd Îsmaîl Goksûngûr piştî ji ber pençeşêrê 6’ê Gulanê jiyana xwe ji dest da, bi merasîmeke li Parîsê ve ji bo definkirinê ber bi warê wî hate şandin.
Ji bo Goksûngûr li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li Parîsê merasîm hate lidarxistin.
Bi sedan Kurdistanî, malbat, nûnerên saziyan tevlî merasîmê bûn.
Di merasîma saet 12.30’an destpêkirî de Remzî Kartal, Mûrat Ceylan, Zubeyîr Aydar û rêveberên Navenda Civaka Kurd li ber avahiyê cenaze hilgirtin û li qorziya salonê ya bi kulîlkan hatiye xemilandin danîn.
Di merasîma bi rêzgirtinê destpêkir de Kurê Îsmaîl Goksûngûr Alî, kurapê wî Mehmet Goksûngûr, Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal, Endamê Konseya Rêveber ê KNK’ê Zubeyîr Aydar, rojnamevan Fûat Kav, hevalê wî yê têkoşînê Mehmet Ulker, Ji Tevgera Jinên Kurd Zozan Serhat, nûnerên MLKP’ê û FÛAF’ê axivîn.
Axaftin li ser wasiyeta Goksûngûr bi Kurdî hatin kirin. Destpêkê Kartal mafê axaftinê wergirt, got: “Welatparêzê me Îsmaîl, 40 salan li Ewropayê, li qadên azadiyê di oxira têkoşîna gelê xwe de berdêl dane.”
Hevalê wî yê têkoşînê Mehmet Ulker jî wiha anî ziman: “Oxir be, ber bi axa ku Rojbîn, Erdal lê ne, oxir be ji te re.”
Rojnamevan Nivîskar Fûat Kav jî di axaftina xwe de ev gotin: “Şehîdbûyin ne xwarina guleyan e. Hevalê Îsmaîl ê jiyana xwe fedayî vê têkoşînê kiriye, şehîdê me ye.” Kav pêşniyar kir ku navê Dergaha Elewiyan a Pîr Sûltan Abdal ya li Parîsê wek Îsmaîl Goksûngûr bê guhertin.
Endamê Konseya Rêveber ê KNK’ê Zubeyîr Aydar jî ev anîn ziman: “Li Ewropayê di Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê (KUM) de ji 15 parlamenterên Kurd yek jê ew bû. Wek parlamenterê KÛM’ê çû Kurdistanê û demekê li çiyayan ma. Piştre dîsa vegeriya Parîsê. Di têkoşînê de li kû pêwîstî hebûya li wir bû.”
Kurê Goksûngûr Alî Goksûngûr jî got: “Me fêrî pîvanan kir, me fêrî têkoşînê kir, bê ka çawa mirov dibe mirovehî hê baştir, me fêrî wê kir.”
Piştî axaftinan, sînevîzyonek têkîldarî Goksûngûr hate pêşandan. Dûvre li gor wasiyeta Goksûngûr a “Min bi çepik û dirûşmeyan oxir bikin. Min ji saziyê oxir bikin” tevger hate kirin. Cenazeyê Goksûngûr li ser milên siyasetmedarên Kurd bi çepik, tilîlî û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” ve li wesayîta cenaze hate siwarkirin. Piştî oxirkirinê, heval û malbata Goksûngûr sersaxî qebûl kirin.