Çeteyên Qesrê li Edeneyê ciwanek birîndar kirin
Li Edeneyê di encama êrîşa çeteyên Qesrê a li dijî çalakiya “Dest nede vîna min” de ciwanek ji çengê xwe birîndar bû. Berxwedan li bajêr belav bû, helîkopter li ser taxan nizm difirin.

Li Edeneyê êrîşê polîsan a li dijî çalakiya “Dest ne de vîna min” berdewam dike, ciwan li Taxa Gulbahçe a li Bazara Înê kom bûn û bend danîn. Polîsan dîsa êrîşî ciwanên li pişt bendan kir. Ciwanên ku ketin xweparastinê, bi molotofan û guleyên hewayî bersiv dan polîsan. Polîsan, bi ava şid, bombeyên gazê, bombeyên deng û guleyên rast êrîşî ciwanan kirin. Di encama gulereşandina polîsan de ciwanek ji çengê xwe birîndar bû. Navê ciwanê birîndarbûyî nehate zanîn.
Li aliyê din polîsan dîsa bi ava şid, bombeyên gazê û bombeyên deng êrîşî ciwanên ku li ser rêya Ava ya Taxa Şaripaşa kom bûn kir. Piştî mudexeleya polîsan, ciwanan bi dirûşma “Bijî Berxwedana Kolanan- Yaşasın sokak direnişimiz” qîr kirin. Ciwanan di nava kolanan de bend danîn, li dijî êrîşan bersiv dan.
Şerên di navbera ciwan û polîsan de hê jî berdewam dikin, ciwan rê nadin ku polîs têkevin taxan. Li ser bexwedana ku li tevahî taxên Edeneyê belav bûne, polîs bi helîkopteran li ser taxan re nizm difirin. Hat diyarkirin ku li hinek taxan jî elektirîk hatine qutkirin.